Serokê Hikûmetê tekeziyê li ser bidawîanîna xitimandina proseya siyasî ya li Kurdistanê dike
Roja sêşemê 02.06.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel kir.
Di civînê de, tevî tekeziya li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê di warên cuda de, rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê hat nirxandin. Herwiha li ser giringiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê nêrîn hatin guhertin.
Di beşeke din a guftûgoyan de, Serokê Hikûmetê tekezî li ser pêwîstiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkan bi hesteke berpirsyarane û bidawîanîna xitimandina proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê kir.
Herwiha li ser giringiya piştgirîkirina hikûmeta federal ji bo rûbirûbûna asteng û zehmetiyên ewlehî, aborî û darayî guftûgo hat kirin.
