Frakisyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê: Em pêşwaziyê li her destpêşxeriyeke ji bo çalak kirina Parlamentoyê dikin
Frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê bi fermî pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê dike ku bi armanca çalak kirina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin û tekezî li ser pêwîstiya parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê dike.
Di daxuyaniyekî de ku frakisyona PDKê bi helkefta salvegera yekemîn hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê belav kiriye de hatiye belavkirin de hat ragehandin: "Frakisyona PDKê bi serbilindî ve vê bîrhatina dîrokî pîroz dike ku wek yek ji qonaxên herî giring a damezrandina pêkhateya siyasî, yasayî û saziyî ya Herêma Kurdistanê tê hejmartin."
Her wisa hatiye eşkere kirin ku Parlamentoya Kurdistanê wek saziyeke yasadanan û çavdêriyê, bingeheke sereke ye ji bo ku îradeya welatiyan bibe çavkaniya desthilat û rewabûnê. Lewma parastina Parlamentoyê, parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ye li Iraqê, ku bi xebateke dûrudirêj, qurbaniyên bêhejmar û tekoşîna gelê me ve hatiye bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye tekez kirin: "Frakisyona me pêşwaziyê li her destpêşxeriyeke ji bo çalak kirina Parlamentoya Kurdistanê dike, daku ev saziya girîng bikaribe rola xwe ya asayî û yasayî bicîh bîne. Ji ber ku çalak kirina Parlamentoyê pêdiviyeke neteweyî, destûrî û saziyî ye; bi taybetî di vê rewşa hestiyar a navçeyê de ku ji her demê zêdetir pêdivî bi Parlamentoyeke çalak heye bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê."
Di dawiyê de teqezî hatkirin ku: "Di vê bîranîna pîroz de, em bi rêzdarî bejna xwe li hember şehîd û qurbaniyên gelê me ditewînin ku di rêya damezrandin û parastina vê pêkhateyê de canê xwe fedakirine. Em tekez dikin ku Parlamentoya Kurdistanê wek destkeftiyeke destûrî ya gelê me, divê bê parastin û her dem çalak be bo xizmeta Herêma Kurdistanê û welatiyan."
Basnews
