Papayê Vatîkanê rola Herêma Kurdistanê ya di warê parastina Mesîhiyan de bilind nirxand
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Gulanê li Vatîkanê ji aliyê Qedaseta Papa Leo XIV ve hat pêşwazîkirin û piştre her du alî li ser çend mijarên giring civiyan.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa pêkhateyan li Iraq û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Mesîhî û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, parçeyekî resen û danebrayî yê dîrok, çand û nasnameya nîştimanî ya Herêma Kurdistanê ne û bi hev re paşeroja welat ava dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya rola Vatîkanê di belavkirina peyama aştiyê û diyalogê li cîhanê de kir. Herwiha amaje bi serdana dîrokî ya Papayê koçkirî Papa Francis a ji bo Kurdistanê kir û Papa Leo XIV vexwand ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve, Papayê Vatîkanê kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtinê anî ziman û pesnê çanda lêborîn, pêkvejiyan û hevduqebûlkirina li Herêma Kurdistanê bilind kir. Papa bi taybetî rola Herêma Kurdistanê ya di parastin û hewandina Mesîhî û koçberan de di qonaxên herî dijwar de bilind nirxand.
Di beşeke din a civînê de, her du aliyan guftgo li ser rewşa giştî ya navçeyê kirin û hêviya aştî, aramî û serfiraziyê ji bo tevahiya mirovahiyê xwastin.
K24
