• Monday, 18 May 2026
logo

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Parêzgarê Necefê kir

Serokê Hikûmetê pêşwazî li Parêzgarê Necefê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Parêzgarê Necefê û şandeke ligel wî kir.


Îro duşemê 18.05.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Necefê Yûsif Mekî Ginawî û şandeke pê re kir. Di hevdîtinê de, Serokê Hikûmetê amadeyiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da bo pêşxistina hevkarî û hevahengiyê di navbera Herêma Kurdistanê û , bi taybetî Necef û hemû parêzgehên Iraqê de, di warên curbecur de.

Parêzgarê Necefê bal kişand ser armanca serdana xwe bo paytexta Herêma Kurdistanê ku bi armanca pêşxistina peywendiyên her du aliyan û mifawergirtinê ye ji çaksazî û ezmûna serkeftî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cuda de, bi taybetî dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

 

Basnews

Top