• Thursday, 14 May 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî li ser cezakirina Celadê Kurdan peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî li ser cezakirina Celadê Kurdan peyamek belav kir

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku biryara cezakirina Ecac Tikrîtî “serkeftin û bicihatina dadperweriyê ye û bi kêmanî teselîdana malbatên qurbaniyên Enfalê ye.”

Dadgeha Resafeyê îro cezayê bidarvekirinê li Ecac Tikrîtî birî ku bi navên “Celadê Nugreselmanê” û “Celadê Enfalê” jî tê naskirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, "Ez destxweşiyê li dadwer, parêzer, şahidên wêrek û hemû ew kesên ku bûne alîkar dikim da ku tawanbar (Ecac Tikrîtî) bigihîje cezayê xwe yê yasayî."

"Peyameke zelal e"

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de anî zimên:

"Cezakirina vî tawanbarî ya piştî ew qas salan, peyameke zelal e ku tawanên komkujî û li dijî mirovahiyê yên derheqê gelê Kurdistanê de ti carî kevn nabin û destê dadperweriyê her digihîje tawanbaran.

Îro careke din hat îsbatkirin ku îradeya maf û jiyanê ji hemû zilm û hovîtiyê bihêztir e."

Banga qerebûkirinê

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser erkê Bexdayê kir û banga qerebûkirina qurbaniyan kir:

"Her bi vê boneyê em tekez dikin ku pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê erkê xwe pêk bîne û bi awayekî madî û manewî qurbaniyên Enfalê qerebû bike.

Çimkî Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ev komkujî wekî komkujî nas kiriye."

Di dawiya peyama Serokê Herêma Kurdistanê de wiha hat gotin:

"Bîranîna şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê her tim bilind, giyanê wan şad û asûde be."

Îro Dadgeha Bilind a Tawanan Îraqê ji ber tawana kuştin û şkencedana qurbaniyên Kurd ên Enfalê yên li Zindana Nûgreselmanê, cezayê darvekirinê da Ecac Tikrîtî.

Top