• Thursday, 14 May 2026
logo

Balyozê Vatîkanê ji Serokê Hikûmetê re: Kurdistan di dilê Qudisiyeta Papa de ye û nimêja xêr û aştiyê jê re dike

Balyozê Vatîkanê ji Serokê Hikûmetê re: Kurdistan di dilê Qudisiyeta Papa de ye û nimêja xêr û aştiyê jê re dike

Roja çarşemê 13.05.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê nû yê Papa yê Vatîkanê li Iraqê Miroslav Vachovsky kir.


Serokê Hikûmetê ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî li Balyozê nû kir, hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û hemû piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina karên wî diyar kir.

Balyozê Papayê Vatîkanê, li ser navê Qudisiyeta Papa, spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Serokê Hikûmetê kir ji bo piştevanî û parastina mafên Xirîstiyan û hemû pêkhateyan, herwiha ji bo geşepêdana çanda pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê.

Balyozê Vatîkanê bal kişand ser wê yekê ku Kurdistan di dilê Qudisiyeta Papa de ye û ew her tim nimêja pêşkeftin, xêr û aştiyê ji bo Kurdistanê dike.

Di beşeke din a hevdîtinê de, reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û giftûgoyên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê hatin guftûgokirin.

 

Basnews

Top