• Thursday, 11 June 2026
logo

Reuters: Erebistana Siûdî êrîşên rasterast û ranegihandî birin ser Îranê

Reuters: Erebistana Siûdî êrîşên rasterast û ranegihandî birin ser Îranê

 Ajansa "Reuters" bi zimanê çend berpirsên payebilind ên welatên Rojavayî û Îranê eşkere kir ku di dawiya meha Adara borî de, Hêza Esmanî ya Erebistana Siûdî gelek êrîşên leşkerî yên rasterast birine ser axa Îranê.


Ev êrîşên ku di dîroka her du welatan de cara yekem e pêk tên, wek bersivekê bûn ji bo wan êrîşên bi dron û mûşekan ên ku Tehranê biribûn ser binesaziya petrolê û cihên sivîl ên Siûdiyê. Li gorî raporê, ev gava Riyadê nîşaneya guherîna stratejiya wî welatî ye ji bo berevaniya li xwe li hember hevrikê xwe yê herêmî.

Piştî êrîşan û danûstandina gefên tund, her du welat bi rêya dîplomasiyê gihîştine lêktêgihiştinekê ji bo "aramkirina aloziyan" û rêgirtin li berfirehbûna şer daku nebe pevçûneke seranserî li herêmê.

Hevdem hat ragihandin ku Mîrnişînên Erebî (Îmarat) jî bi awayekî veşartî êrîş kiriye ser parzûngeheke petrolê ya di nav axa Îranê de. Ev yek nîşan dide ku bazineya nakokiyan li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke metirsîdar û bêwêne.

 

Basnews

Top