Mesrûr Barzanî li gel veberhêneran: Em hema ji piştî hilbijartinan ve dixwazin di zûtirîn dem de kabîneya nû ya hikûmetê bê pêkanîn û zêdetir neyê paşxistin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel hejmarek ji veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya û ragehand: "Ez spasiya veberhênerên Kurdistanê û sektora taybet dikim ku roleke pir girîng di piştgirîkirina hikûmetê, geşepêdana aborî û livûtevgera bazirganî ya li Kurdistanê de hebûye."
Êvara îro Sêşemê 28.04.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel hejmarek ji veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de, Serokê Hikûmetê kurteyek derbarê guhertin û geşedanên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê de pêşkêş kir.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya fîderal de, Serokê Hikûmetê hêvî xwest ku kabîneya nû bibe sedema destpêkirina qonaxeke nû ya aştî û aramiyê li Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêm û Hikûmeta Fîderal li ser bingeha destûrê û rêzgirtin li mafên destûrî û pêkhateya federal a Herêma Kurdistanê.
Serokê Hikûmetê amaje bi wê yekê jî kir ku wan her piştî encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxwaz kiriye ku di zûtirîn dem de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were pêkanîn û hêvî xwest ku ev mijar êdî zêdetir dereng nekeve.
Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de, spasiya veberhênerên Kurdistanê û kerta taybet kir ku roleke berbiçav di piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina aboriya welat de lîstine.
Di dawiya civînê de, çendîn rasparde û pêşniyar ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên girêdayî livûtevgera aborî û bazirganî hatin pêşkêşkirin. Paşê Serokê Hikûmetê bersiva pirs û serincên amadebûyan da.
Basnews
