• Tuesday, 21 April 2026
logo

Li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 8 zarok hatin kuştin

Gulan Media April 20, 2026 Nûçe
Li Amerîkayê di encama êrîşeke çekdarî de 8 zarok hatin kuştin

Li bajarê Shreveport a li eyaleta Souisiana ya Amerîkayê, di 3 malên cuda de êrîşa çekdarî pêk hat û di encama wan êrîşande 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Daîreya Polîsan a Shreveport Christopher Bordelon diyar kir ku piştî rapora tundûtûjiya navmalî, polîs di demjimêr 6:00ê sibê de bi dema herêmî çûn cihê bûyerê û rastî tevkujiyeke mezin a ku sê malan ji xwe digre hatin.

Bordelon diyar kir ku di êrîşan de 10 zarok, ku temenê wan di navbera 1 û 14 salî de bû, hatine gulebarankirin û 8 ji wan mirine. Herwaha diyar kir ku êrîşkar piştî ku ji cihê bûyerê reviyaye wesayîtek dizî ye û dinavbera wî êrîşkarî û polîsde li dûhevketin çêbûye, êrîşkar di dema li dûketinê de li gel polîs ketiye pevçûnê û di wê pevçûnê de hatiye bê bandorkirin.

Bordelon diyar kir ku ew guman dikin, kesê ku gule berdaye her sê malan heman êrîşkar be, û got ku hin ji zarokan neviyên êrîşkar bûn.

Sedema êrîşê hîn jî nayê zanîn, û di derbarê êrîşê de lêpirsîn berdewam dike.

 

Basnews

Top