Tenê çiya dostên me ne... Xwendineka diyardenasî (fenomenolojîk) bo wateya «Çiya» di hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî de
Tenê çiya dostên me ne... Xwendineka diyardenasî (fenomenolojîk) bo wateya «Çiya» di hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî de
Di vê roja dîrokî de ku em 123yemîn salvegera ji dayikbûna Mistefa Barzanî pîroz dikin, em tenê behsa bîranîna kesayetiye k nakin, belku behsa vegera bo wê hizir û hişyariya resen dikin ku karî wateyeka cuda bo «Çiya» berhem bîne. Rast e Barzanî di çiya de bû, lê wateya «Çiya» di nav hizir û hişyariya wî de ji tateberdekî sext û coxrafyayeka diyarkirî, wergeriya bo berhemhînana nasnameyeka zindî ya neteweyekê. Barzanî tenê karîzma û rêberekî siyasî nebuu, belku bi watedan bi «Çiya» bû dahînerê şêwazekî nû yê «bûn»a neteweyî û nîştimanî ku tê de «Çiya» dibe yekane dostê gelekî zilm lê kirî ku çendîn netewe û olên cuda bi hev re kom kirine. Bo têgehiştina ji hizra vê rêberî, pêwîst e ji rûgeheka kûr ve vegereyn bo xudî wan tixûbên ku di nav hizir û hişyariya wî de wateyeka din a cuda werdigrin. Cuda bi wê wateyê ku êdî «Çiya» tenê tateberd û lûtkeyên bilind nîn in, belku dibin qadeka merîfî ku tê de sernûve pênaseya kurdbûn û kurdistanîbûnê tê kirin. Hemû cudahiyên neteweyî û olî di bin siha îradeya çiya de dibin yek îradeya yekgirtî di çarçoveya nasnameya kurdistanîbûnê de. Lewma dema di nav wê qada ku çiya bo bîrkirina nû dirust kiribû de, tenê muamele ligel tateberdan nedehate kirin, belku em hemû bi hev re hewl didan ji cewherê wateya azadî û serbixwebûnê têbigihin.
Çiya wek mertalekê
Nehêla hişyariya neteweyî bibe paşkokê vîna dijmin
Hizir û hişyariya Mistefa Barzanî herdem di nav bîra neteweyî de ber bi naveroka wateyê ve dihat arastekirin. Di vê çarçoveyê de, bo ku neteweyek bi navê «Kurd» û nîştimanek bi navê «Kurdistan» hebe, çiya kirin navenda biryardanê bo ku takên vê nîştimanê ji sînorên teng ên jêrdestiyê derkevin û ber bi serweriya reha ya nîştimanî gavan bihavêjin. Vê hizrê hemû ew belgeyên sexteyên ku dagirkeran dixwestin bi ser dîroka Kurd û Kurdistanê de bisepînin, bi mîtolojiya (metoda) «Edmund Husserl» danîn aliyekî û xistin nav du kevanan. Ew rastiya sepandî ya ku digot: «Kurd nikare şoreşê bike» yan coxrafyayek bi navê «Kurdistan» tuneye, hemû hildavêtin (hispandin) û di çiyayan de tenê kar li ser cewherê bûn û nasnameya kurdistanî dikir. Hewl dida çiya bike laboratuwarek bo dîtina îradeya neteweyî û nîştimanî. Di vê de jî «Çiya» wateyeka din wergirtibû û bibû lûtkeya wî asoyê ku jê ve li paşeroja netewe û nîştimanê denerî. Ev wateya cuda ya «Çiya» bû sedema wê ku di bîrkirina her kurdistaniyekî de «Çiya» wateya tenê dostê herdemî û danebirraw ji laşê nîştiman werbigre.
«Çiya» ji wateya sengerê bergriyê, bû mertalek bo têkşikandina kîn û nefreta dagirkeran û rêgirtin li wê ku hişyariya me ya neteweyî bibe paşkokê vîna dagirkeran. Bo vê jî çiya bû ew cihê ku rastiya bûna nîştimanî tê de aşkera dihat kirin û perda li ser rûyê zilm û kîna dagirkeran hildaveşand û tevahiya neteweyê li dor yek îradeyê kom dikir, ku ew jî watedan bû bi «Çiya». Rast e Mistefa Barzanî bi ceste di nav çiyayên Kurdistanê de rêberî dikir, lê «Çiya» wek wateyek û amrazek bo gihîştina bi azadiyê di nav bîrkirin û hişyariya wî de ji dayik bû.
Barzanî bi kiryar selimand ku «Çiya» hinava nîştimanekê ye ku hemû netewe û olên cuda tê de wekhev û azad in. Ev dibe mîratek bo nifşên paşerojê ku heta wateya «Çiya» di hizir û hişyariya me de zindî be, îradeya azadî û serbixwebûnê wek darekê dê bêtir rehên xwe di nav axê de kûr bike.
Çiya
Nîştimanekî azad bo perwerdeya nîştimanî
Barzanî û pêşmerge û welatiyên deverên azadkirî yên şoreşê, tenê di nav çiyayan de nejiyan, belku ligel ruhê çiya bibûn yek. Tateberd û şikeft di nav wê jîngeha merîfî ya şoreşê de, berdewam di nav hişyariya netewe de wateyên din didan «Çiya». Ew wateyên ku dibin bingeh bo dayina wate bi kerameta «welatîbûnê». Lewma şoreşê ku di nav çiyayan de wek amrazek wateya «Çiya» di nav hizir û hişyariya Barzanî de bo jiyana rojane ya welatiyan werdigêra, gava yekem ew bû ku wê zilm û zora dagirkeran dadgehî bike ku rêgir bûn li ber wê ku Kurd û neteweyên cuda bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Bo vê jî biryar da ku çiya û şikeftan bike dibistan û tê de keç û kurên her neteweyekê azadane bi zimanê xwe bixwînin. Ev jî tê wê wateyê ku «Çiya» ji sengerê bergriyê û mertalekî bo têkşikandina kîn û nefreta dagirkeran, wateyeka din wergirt, ku ew jî navendeka azad bo berhemhînana merîfeta zanistî û ji navbirina nexwîndevariyê bû. Bi vê yekê şoreşê bi rêberiya Mistefa Barzanî, xewna mezin a Ehmedê Xanî anî cih ku berî bêtirî du sedsalan gotibû: «Da xelq nebêjitin ku Ekrad.. Bê me'rifetin, bê esl û binyad». Xanî di vê beyta bilind de îradeya neteweyî girê dide bi «kerameta fîkrî». Ew wiha dihesibîne: Neteweyek ku bi zimanê bîgane binivîse, îradeya xwe firotiye. Lewma divê her neteweyek ji Xanî pend werbigre ku «ziman sengerê yekem ê îradeyê ye». Cext li ser wê dike ku dema Kurd yan neteweyên din ên Kurdistanê bi zimanê xwe dinivîsin û zanistê berhem tînin, hingê Kurd û neteweyên din hewl didin wek gelekî xwedî şaristaniyet bûna xwe biselimînin.
«Çiya» wek wateya nîştimanekî azad di hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî de, bû ew rastiya ku di we de nîştiman bi wateya «azad» dihate berçavkirin. Di vê çarçoveyê de şoreşê gav avêtin bo ku karûbarên rojane yên xelkê û peywendiya navbera pêşmerge û welatiyan di çarçoveya serweriya yasayê de bête rêkxistin. Bo vê jî dadgeha dewleta serbixwe wek «deselatîyeka serbixwe ya dadwerî» û cuda ji dadgeha şoreşê li deverên azadkirî yên çiyayan damezirand, ku bi yasaya medenî karûbarên rojane yên xelkê biڕêve dibir, ne bi şer'iyeta şoreşgêrî. Ev jî bi armanca wê bû ku bo cara yekem û hevşani xebata çekdarî, li deverên azadkirî yên şoreşê yasa serwer be û dadperweriya civakî bête peyrewkirin.
«Çiya» wek nîştimanekî azad ê ji nû ve hatiye avakirin di hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî de, pêwîstî bi rîformeka civakî hebû, bi taybetî di çarçoveya xêzan û rêz û wekheviya mafê navbera jin û mêran de. Lewma şoreşê li ber ronahiya hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî gav bo vê rîforma civakî ya dîrokî avêtin. Ji ber ku diviyabû ev rîform bibin yasa û ji ber ku piraniya rûniştvanên Kurdistanê û deverên azadkirî misilman bûn, diviyabû yasa li dijî şerî'eta Îslamê nebe. Bo vê gavê hevahengî di navbera dadgeh û zana û pîayên olî yên Îslamî de hate dirustkirin. Ev gav, ji bilî ku bû bingehek bo damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê, di heman demê de bû sedema encamdana çendîn rîformên dîrokî, bi taybetî derbarê mafên jinan wek qedexekirina «jin bi jin (berdel), mezin bi biçûk, marêkirina keçan li ser landikê, girtina şîrbayî û hwd». Her yek ji van ta radeyekê bibûn dab û nerîtên baw di civaka wê serdemê ya Kurdistanê de, lê fîkr û îradeya Mistefa Barzanî karî vê şoreşa civakî ya mezin ser bixe û di vê nîştimana azad de rêz û hevseyngî bo mafên jin û mêran rêk bixe. Ev gava mirovdostî ku ta niha jî di wan dewletên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye dabeşkirin, ne ku her gav bo nehatiye avêtin, belku di dewletek wek Iraqê de ku jê re dibêjin «Iraqa Nû», di sala 2024an de yasaya barê kesîtiyê li ser bingeha fikhê Îmam Sadiq Ce'fer hemoar kirin (guherandin), ku bi yasayê rê tê xweşkirin keç di temenê heşt saliyê de zewacê bike. Ev di demekê de ye ku li Kurdistanê, Yekîtiya Zanayên Ayînî yên Îslamî yên Kurdistanê fetwa dane ku nabe rê bête dan di bin temenê 18 saliyê de keç zewacê bike.
Çiya
Wek qadekê bo lêktêgehiştin û zimanê dîplomasiyê
Xwedêjêrazî Dr. Şefîq Qezez, ku di destpêka salên şêstî yên sedsala borî de xwendekar bû li zanîngeha Amerîkî li Waşingtonê, di hevdîtineka rojnamevanî de bo me gêrawe ku piştî hilgirisandina Şoreşa Îlonê, cenabê Mistefa Barzanî daxwaz jê kiriye ku serdaneka Kurdistanê bike. Di wê serdanê de bo Kurdistanê, Mistefa Barzanî daxwaz jê kiriye: «Wek xwendekarekî Kurd di zanîngehên Amerîkayê de hewl bide ku doza gelê xwe bi navendên rojnamevaniya wî welatî bide naskirin û hanê rojnamevanên wan bide, bo ku serdana deverên azadkirî yên şoreşê bikin û ji daxwazên rewa yên xelkê Kurdistanê bigihin û bîguhezînin bo raya giştî ya cîhanî». Bêguman ev beşek bû ji wan hewlên berfireh ên Barzanî ku dixwest doza rewa ya gelê Kurdistanê bigehîne raya giştî ya cîhanî. Bo vê jî di wê serdemê de bi dehan rojnamevanên cîhanî bi taybetî rojnamevanên «Amerîka, Fransa, Berîtanya, Yekîtiya Sovyeta berê», serdana Kurdistanê kirine. Beşek ji wan bi kamerayên sînemayî şerên hêza Pêşmerge û artêşa dagirker a Iraqê tomar kirine, beşek bi kameraya fotograf dîmenên hêza Pêşmerge û xelkê deverên azadkirî tomar kirine, beşek jî raporên rojnamevanî bo rojnameyên navdar ên cîhanê amade kirine. Ev asta bilind a hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî, meger tenê «fenomenolojiya agahmendiyê» ya Edmund Husserl bikare pênase bike, ku cext li ser wê dike: «Tenê agahmenda mirov dikare wate bide tiştan, wek ku ew bixwe dixwaze. Lewma berdewam agahmendî ber bi hundirê tiştan ve tê arastekirin û ew agahmendî wateyeka nû bo dirust dike. Lewma cîhan pênaseya mirov nake, belku cîhan tê nav agahmenda me û em wateyê bo diyar dikin». Di vê çarçoveyê de hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî bi wê razî nabe ku cîhan, yan dewletên dagirker çi li ser Kurd û Kurdistanê dibêjin, yan dixwazin çi zilmekê bi ser dîroka me de bisepînin, belku ew mebesta wateya nû ya «Çiya» wek cewherê resen ê wateya «kurdbûn û kurdistanîbûnê» di nav ferhenga raya giştî ya cîhanê de bisepîne. Wî rê nedida ew dîroka bi ser de derbas bibe ku cîhan û dewletên dagirker dixwestin bi ser Kurd û Kurdistanê de bisepînin, belku ew bixwe avakerê dîrokeka nû bû di hişyariya yê din ê beramber de. Ev têgehiştina qada bîrkirina nav çiya ku niha di nav çendîn pirtûkên rojnamevanî û albumên wêneyan û fîlmên sînemayî de dibînin û ji aliyê rojnamevanên cîhanê ve hatine kirin arşîvek bo wateya «Çiya» di hizir û bîrkirina Mistefa Barzanî de, dirustkirina wê dîrokê ye ku Mistefa Barzanî di hişyariya yê din de tomar kiriye.
Rudaw
