• Thursday, 30 April 2026
logo

Letîf Reşîd êrîşên balafirên şer ên li ser Heşdî Şebî şermezar dike, lê li ser asta Hewlêrê û Kurdistanê bêdeng e

Gulan Media March 13, 2026 Nûçe
Letîf Reşîd êrîşên balafirên şer ên li ser Heşdî Şebî şermezar dike, lê li ser asta Hewlêrê û Kurdistanê bêdeng e

Serokomarê Iraqê wan êrîşan şermezar dike ku ji aliyê balafirên şer ve li ser Heşdî Şeibî tê kirin û dibêje: Heşdî Şeibî cengawerên qehremanin û beşekin ji bingehên pergala ewlehiyê ya Iraqê ne.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, êrîşên ser Heşdî Şeibî yên ku ji aliyê balafirên şer ve tên kirin şermezar dike û dibêje: "Heşdî Şeibî beleke girîng a sîstema ewlekariya Iraqê ye.”

Serokomarê Iraqê tekezî li ser pêwîstiyên yekrêziya ji bo parastina serweriya Iraqê û asayîş û aramiya wê dike û herwaha dibêje jî, "Em wê destdirêjiyê mehkûm dikin ku baregehên Heşdî Şeibî û cengawerên wê yên wehreman dikin armanc.”

Herwaha behsa wê jî dike û dibêje: "Ev destdirêjî binpêkirineke metirsîdar a serweriya Iraqê û hewleke ji bo tevlîhev kirina sektoran û têkdana ewlehî û aramiya welat.”

Herwaha radigehîne: "Heşdî Şeibî beşeke bingehîn a sîstema ewlehiya Iraqê ye û rola wê ya mezin heye di parastina niştiman û tekoşîna li hember terorê.”

Ev jî di demekî de ye, ku kom û milîsên Iraqî zêdetirî 200 êrîşên bi mûşek û dronan li ser Hewlêrê û Kurdistanê pêk anîne, lê serokomarê Iraqê biryar daye ku li hember van êrîşên neheq û neqanûnî bêdeng bimîne.

 

Basnews

Top