Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Dema ku mirovên lêqewimî dibînin ku cenabê Serok Barzanî rasterast serperiştî û raspardeya şandina alîkariyan dike, hestek kûr a «piştestûriyê» li cem wan dirust dibe.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Dema ku mirovên lêqewimî dibînin ku cenabê Serok Barzanî rasterast serperiştî û raspardeya şandina alîkariyan dike, hestek kûr a «piştestûriyê» li cem wan dirust dibe.
Mûsa Ehmed, Serokê «Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî» ye û zêdetirî bîst salan e li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê, xizmeta mirovahiyê dike û jiyana xwe ji bo alîkariya mirovî terxan kiriye. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Yekbûna Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de) bi vî rengî dîtin, nerîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di destpêkê de, em gelek spasiya Bazneya Guftûgoyê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê dikin ku li ser vê mijara girîng «Yekbûna Kurd» ev guftûgoya astbilind birêxistin kiriye. Her wiha spasiya wan birêzên ku di vê guftûgoyê de pesnê karên «Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî» kirin, dikim.
Di vê çarçoveyê de, dema em behsa nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurdistanê dikin, pir caran aliyên siyasî û dîrokî serdest dibin. Lê di kûrahiya vê civakê de, samanekî manewî û mirovî yê pir mezin heye ku kêm caran wek «sîstem» hatiye dîtin, ew jî çanda bexşîn û destgirtina lêqewimiyan e. Ev xisleta ku ji kûrahiya dîroka vê neteweyê serçav girtiye, di dema tengavî û qeyranan de wek mezintirîn sermayeya civakî derdikeve holê. Kurdistan xwedan çandeke dewlemend û wesfnekirî ye di warê mirovî û bexşînê de, ku dibe ku di kêm welatên cîhanê de mîna wê hebe. Lê pirsyara cewherî li vir dest pê dike: Çawa hate karîn ku ev hesta xwezayî û ev perwerdeya resen were guhertin bo hêzeke birêkûpêk û bibandor ku sînorên niştimanî derbas bike?
Mixabin, yek ji wan pirsgirêkên dîrokî ku rûbirûyê civaka me bûye, mijara birêknexistina enerjî û şiyanan bûye. Piştî Serhildana mezin a sala 1991ê û dirustbûna qewareya Herêma Kurdistanê, çaverê dihate kirin ku hemû qadên jiyanê ber bi rêkxistin û saziyîbûnê ve biçin. Karê xêrxwazî û mirovî jî yek ji wan waran bû ku pêdiviya wê bi guhertineke radîkal hebû. Ji bo demeke dirêj, bexşîn li cem me tenê di çarçoveya «hesta kesî» yan «xêrxwaziya demkî» de mabû, ku vê yekê jî nedişiya wek pêdivî bersiva qeyranên mezin bide.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek bersiveke stratejîk ji bo vê valahiyê hate qadan. Yek ji armancên herî pêşîn ew bû ku biselimîne ku mirov dikare «çand» û «nerîta bexşînê» bike «zanist û birêvebirin». Li vir e ku têgeha saziyîbûnê dibe xala werçerxanê. Dema ku karekî mirovî ji asta kesane derbasî asta saziyê dibe, êdî ne tenê bandora wê çend qat zêde dibe, belku dibe cihê baweriya civaka navdewletî jî.
Pir caran di civakên tije pirsgirêk de, sazî tên tometbarkirin bi wê yekê ku ser bi aliyekî diyarkirî ne, yan di herêmeke taybet de asê mane. Ev metirsiyeke mezin e ku rûbirûyê karê mirovî dibe. Lê ezmûna serkeftî ew e ku bikaribe ji vê yekê derbas bibe û bibe milkê giştî û çavkaniyek ji bo hemûyan. Li vir divê em amaje bi wê yekê bikin ku her çend dibe ku gelek sazî ji aliyê aliyekî siyasî ve piştgirî lê were kirin, yan serçav girtibin, lê dema dibin sazî bi wateya pîşeyî, êdî dibin nasnameya neteweyekê.
Ew mînakên serkeftî yên ku li Kurdistanê hene, karine xwe ji wan tometan rizgar bikin û bibin nûnerê wijdanê zindî yê xelkê Kurdistanê. Ev ne tenê ne hêsan e, belku pêdiviya wê bi dîtineke niştimanî ya kûr heye. Girîngiya hebûna vê cure dezgehên mirovî di wê de ye ku di dema tengaviyê de, cudahiyên siyasî û herêmî dihelin û tenê wek saziyekê dimînin ku ji bo xizmeta mirovahiyê kar dikin.
Ew pêgeha ku niha karê mirovî yê Kurdistanê di asta cîhanî de heye, berhema karekî westiyan-nenas ê meydanî ye. Endambûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di Encûmena Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) de nîşana wê yekê ye ku standardên cîhanî di vê dezgehê de têne peyrewkirin. Ev ne tenê nav û nîşan e, belku berpirsiyariyeke mezin e. Wek em dibînin, dezgeheke wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî niha di zêdetirî deh welatên cuda de amadeyiya wê heye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku Kurdistan tenê wergira alîkariyê nîne, belku bûye bexşerekî çalak li ser nexşeya mirovî ya cîhanê.
Ev werçerxana ji «neteweyekî aware» ve ber bi neteweyekê ku awareyan diparêze û alîkariya dewletên derdorê jî dike, mezintirîn destkeftê manewî ye. Dema em behsa «sermayeya mirovî» dikin, mebesta me ew şiyan e ku dikare di dema erdhej, lehiyê yan şeran de, beriya dezgehên welatên mezin bigihîje cihê bûyerê. Ev lez û ev dilsozî, têkeliyeke ecêb e di navbera «teknîk û organîzekirina serdemane» û «ruhiyeta qurbanîdana kurdî».
Hêza bersivdana bilez: Dem wek faktora rizgarkirina jiyanê
Di felsefeya karê mirovî de, «dem» tenê jimar nîne, belku xeteke tenik e di navbera jiyan û mirinê de. Dema karesateke xwezayî wek erdhejê rû dide, çirkeyên pêşîn diyarkerê çarenûsa hezaran mirovan in. Li vir e ku cudahiya navbera «karê xêrxwaziya klasîk» û «karê saziyî yê modern» derdikeve holê. Sazîbûn yanî amadekirina planeke pêşwext, tîmeke amadebaş û sîstemeke lojîstîk ku dikare di kêmtirî 24 saetan de sînoran derbas bike û bigihîje navenda karesatê.
Ezmûna Herêma Kurdistanê di erdheja mezin a Tirkiye û Sûriyê de, werçerxaneke dîrokî bû. Gihîştina tîmên firiyaguzariya Kurdistanê bo herêmên ziyanlîketî yên Tirkiyê, heta beriya dezgehên navxweyî yên wî welatî, tenê nîşana wêrekiyê nebû, belku belgeya werçerxana karê mirovî bû bo sîstemeke çalak. Ev encama hebûna saziyê ye, ji ber ku tenê saziyeke birêkûpêk dikare di wê demkurt de mekanîzmayên livînê çalak bike û berbestên îdarî û siyasî têk bibe ji bo gihandina destê alîkariyê.
Yek ji rûpelên herî geş ên karê mirovî yê Kurdistanê, gihîştina karwanên mezin ên alîkariyê bû bo Rojavayê Kurdistanê di kêliyên herî tarî de. Dema behsa gihîştina zêdetirî 100 barhilgir û tîmeke 150 kesî ya şarezayan dikin bo nav Qamişlo û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, em tenê behsa xwarin û dermanan nakin. Li vir aliyekî din ê karê mirovî derdikeve holê ku ew jî «piştgiriya derûnî û neteweyî» ye.
Di wê gavê de ku xelkê Rojavayê Kurdistanê di lûtkeya bêhêvîtiyê de bûn û mijûlî amadekariyê bûn ji bo bicîhhiştina mal û milkên xwe û koçberiyeke din a bikom, dîtina Ala Kurdistanê û dezgehên mirovî yên Herêmê di nav cergê bajarên wan de, wek mûcîzeyeke derûnî kar kir. Ev ew xala cewherî ye ku pir caran rêxistinên navdewletî nikarin dirust bikin. Amadeyiya meydanî ya dezgeheke niştimanî di wê demê de, rê li ber karesateke din a koçberiyê girt. Dema mirov hest dike ku «merceyek» heye, serokek heye ku xema wî dixwe û dezgehek heye ku dikare di nîveşevê de sînoran bibirre û pêdiviyan ji bo xelkê lêqewimî dabîn bike, êdî îradeya manê li cem wan bihêz dibe.
Ji bo têgihiştina mezinahiya wî karê hatî kirin, divê em serî li berawerdkirinê bidin. Pir caran di medyayên cîhanî de ew mînak tê anîn ku çendîn welatên dewlemend û xwedan artêşên mezin, di demeke diyarkirî de nekarîne wê mîqdara alîkariyê ya ku pêdivî ye bigihînin herêmeke dorpêçkirî wek Gezze, yan cihên din. Lê Herêma Kurdistanê, bi wê îmkaniyeta sînordar a ku heye û di bin wan hemû fişarên siyasî û aborî de, karî karwanekî wisa mezin ê alîkariyan bigihîne Rojavayê Kurdistanê ku cîhan tijeî matmayî kir.
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî heta niha 433 barhilgirên mezin ên alîkariyan gihandine Rojavayê Kurdistanê, 394 hezar û 475 lître sotemenî hatiye dabeşkirin, zêdetirî milyonek nanê bêberanber hatiye dabeşkirin û proje berdewam e. 9 hezar û 335 kesî çareseriya pizîşkî wergirtiye. Hezar û 858 fersendên kar hatine dirustkirin.
Ev selimand ku serkeftina karê mirovî tenê bi «pere» ve ne girêdayî ye, belku bi «bawerî» û «rêkxistina saziyî» ve girêdayî ye. Dema sîstemeke çalak hebe, mirov dikare bi kêmtirîn îmkaniyet mezintirîn bandorê dirust bike. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li vir tenê wek rêxistinekê derneket, belku wek nûnera wijdanê neteweyekê û wek «dergehekê» ji bo gihandina hesta biratiya Başûr bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê û diyasporayê jî bû.
Îro karkirina ligel Neteweyên Yekbûyî (UN) û ajansên navdewletî pêdiviya wê bi zimanekî hevbeş heye. Dezgehên mirovî yên Kurdistanê karîne wî zimanî bibînin. Rûniştin û guftûgokirina ligel UNê ji bo veguhastina alîkariyan bo herêmên aloz wek Rojavayê Kurdistanê, yan heta amadekarî ji bo alîkariyê di dema qeyranên Îranê de, nîşana geşebûna «dîplomasiya mirovî» ya Herêma Kurdistanê ye.
Em niha di qonaxekê de ne ku cîhan wek «aktorekî berpirsiyar» li saziyên mirovî yên Kurdistanê dinêre. Ev bawerî sermayeyeke siyasî û dîplomasî ya mezin e ji bo Herêma Kurdistanê. Dema dezgeheke navxweyî dibe endamê ECOSOCê, êdî gotinên wê di koro û civînên navdewletî de xwedan giraniya yasayî û mirovî ne. Ev dibe sedem ku em bikaribin rê li pêlên awarebûnê bigirin, ne bi girtina sînoran, belku bi gihandina jiyan û alîkariyê bo nav mala lêqewimiyan li wî aliyê sînoran.
Yek ji wan rastiyên herî eşkere ku divê em bi kûrî lê hûr bibin, ew e ku tu karê mirovî yê mezin û berdewam, di valahiyê de dirust nabe. Ew destkeftên mirovî yên ku me behsa wan kir, hemû di bin siya qewareyeke siyasî û destûrî de geşe kirine ku navê wê Herêma Kurdistanê ye. Li vir divê em rastgo bin, heger Herêma Kurdistanê wek qeware tunebûya, em nediyan bibin ew dergeh û penageha ku ne tenê ji bo Kurdan, belku ji bo hemû lêqewimiyên navçeyê bûye hêviyeke mezin. Parastina vê Herêmê tenê erdekî siyasî nîne, belku erdekî bilind ê mirovî ye, ji ber ku lawazbûna vê qewareyê bi wateya hişkbûna wan serçavên mirovî ye ku di dema tengaviyê de digihîjin hawara lêqewimiyan.
Rola merceyetê û aliyên derûnî yên alîkariyê
Di dema karesatan de, mirov tenê pêdiviya wî bi nan û avê nîne, belku pêdiviya wî bi «pajewariyê» (dilniyayiyê) heye. Ezmûna gihîştina dezgehên mirovî yên Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê, yan herêmên din ên ku rastî karesatan hatine, aliyekî din ê girîng hebû, ku girêdayî rola «merceyetê» bû. Dema ku xelkê lêqewimî dibînin ku cenabê Serok Barzanî wek rêberek, rasterast serperiştî û raspardeya şandina alîkariyan dike, hestek kûr a «piştestûriyê» li cem wan dirust dibe.
Ev ew xala ku di zanista derûnnasiya civakî de jê re tê gotin «seqamgiriya derûnî bi rêya merceyetê». Xelkê Rojavayê Kurdistanê dema karwanên alîkariyê dîtin, tenê wek xwarin lê nenêrîn, belku wek peyameke siyasî û neteweyî lê nêrîn ku ji wan re dibêje: «Hûn ne tenê ne û herêmeke bihêz heye ku li pişta we ye». Ev hest bû sedem ku xelk ji biryara koçberî û bicîhhiştina niştimanê xwe poşman bibin. Nexwe karê mirovî li vir dibe faktorekî sereke ji bo parastina demografyayê û rêgirtin li karesatên mezintir ên civakî.
Ligel van hemûyan jî, her dem di dema dirustbûna saziyên bihêz de, hinek deng tên bihîstin ku hewl didin wan karan di qalibekî teng de nîşan bidin, yan bi aliyekî siyasî û herêmeke diyarkirî ve girê bidin. Lê rastiya meydanî û karnameya saziyên mirovî yên Kurdistanê ew tomet bi kirdarî red kirin. Dema saziyek dibe «serçav» ji bo tevahiya civakê û sînoran derbas dike, êdî ew sazî ji sînorê hizb û herêmê derdikeve û dibe milkê niştiman.
Rast e ku piştgiriya siyasî û hikûmî hebûye bo dirustkirina van saziyan, lê ev xala hêzê ye ne kêmasî. Di hemû cîhanê de, dewlet û serkirde piştgirî li saziyîbûnê dikin. Girîng ew e ku van saziyan karîne bibin «sermayeyeke mezin a neteweyî» ku her Kurdek li her derê dinyayê be, şanaziyê bi wan bike. Guhertina «hesta mirovî» bo «sîstema mirovî» mezintirîn bersiv e ji bo wan kesên ku dixwazin karê mirovî di nav hevrikiyên siyasî de biçûk bikin.
Em niha di herêmekê de dijîn ku berdewam di nav cergê guhertin û qeyranan de ye. Her ji rewşa niha ya Rojhilata Navîn ve heta digihîje îhtîmala pêleke din a awarebûnê li navçeyên cuda, hemû nîşana wê ne ku pêdiviya me bi saziyekê heye ku her dem gavekê li pêş bûyeran be. Stratejiya niha ya saziyên me yên mirovî ew e ku çawa alîkariyan veguhêzin bo nav ax û herêmên wî aliyê ku rastî qeyranê hatiye, ne ku em bisekinin heta aware berê xwe bidin Herêmê.
Girîngtirîn mijar di vê qonaxa hestiyar de, parastina vê qewareya Herêma Kurdistanê ye. Em di serdemekê de ne ku navçe di nav deryayek ji guhertin û qeyranan de derbas dibe, li şûna ku çavê me li wê be ka çawa parçeyekî din ê Kurdistanê rizgar bikin, divê em pêşî fêr bibin çawa vê parçeya ku li ber destê me ye biparêzin. Parastina Herêmê yanî parastina wî modelê dewlemend ê mirovdostiyê, yanî parastina wê destê mîhrebana ku digihîje Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di dema karesatan de. Ev ne tenê erdekî siyasî ye, belku mezintirîn berpirsiyariya mirovî û exlakî ya her tekekî Kurd e.
Ev modela ku li Rojavayê Kurdistanê hate ceribandin û serkeftineke mezin bi dest xist, divê bibe bingeh ji bo serederîkirina ligel îhtîmala her qeyraneke din li navçeyê de. Ev nîşana wê ye ku Kurdistan gihîştiye qonaxek ji gihîştina saziyî ku dikare «seqamgiriyê» hinardeyî derdora xwe bike.
Di dawiyê de em digihîjin wê encamê ku gelê Kurdistanê xwedan sermayeyeke mezin a mirovî ye ku koka wê di çandeke resen a bexşînê de ye. Tiştê di van çend salên dawî de rû da, guhertina vê çandê bû bo «saziyeke profesyonel» ku cîhan hesabê jê re dike. Ev ezmûna dewlemend, bi hemû kêmasî û metirsiyên xwe ve, baştirîn belge ye li ser şiyana tekê Kurd ji bo avakirina saziyên modern.
Bila em hemû bi hev re, bi dilsozî û dîtineke niştimanî, kar ji bo bihêzkirina saziyên xwe û parastina qewareya Herêma xwe bikin, ji ber ku tenê bi wî rengî em dikarin kerameta mirov û rûmeta neteweya xwe di vê cîhana tije guhertin de biparêzin.
