Diyāʼ Buṭrus Ṣalīwā, siyasetmedar û çalakvanê mafên mirovan û mafên pêkhateyan: Avakirina encumeneke siyasî bo partiyên Kurdistanî yekane çareserî ye da ku biryarên çarenûsî bi hevbeşî werin dan û dawî li takrewiya hizbî bê.
Diyāʼ Buṭrus Ṣalīwā, siyasetmedar û çalakvanê mafên mirovan û mafên pêkhateyan: Avakirina encumeneke siyasî bo partiyên Kurdistanî yekane çareserî ye da ku biryarên çarenûsî bi hevbeşî werin dan û dawî li takrewiya hizbî bê.
«Diyāʼ Buṭrus Ṣalīwā», yek ji kesayetiyên diyar û bibandor ên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye, ku wek siyasetmedarekî akademîk û çalakvanekî warê mafên mirovan û mafên pêkhateyan tê naskirin. Ew xwediyê bawernameya bekeloryosê ye di fîzyayê de ji Koleja Zanistî ya Zanîngeha Bexdayê. Ji bilî zimanê keldanî wek zimanê dayikê, şarezayiya wî ya tam di zimanên kurdî, erebî, îngilîzî û tirkî de heye.
Dîroka çalakiyên wî vedigere seretaya salên heftêyan, dema ku wek çalakvanekî li dijî rejîma dîktatoriya Baasê dest bi xebatê kir. Ji ber helwestên xwe yên siyasî û berevanîkirina di maf û azadiyan de, di sala 1979an de hat girtin û rûbirûyê eşkenceyên derûnî û cesteyî bû.
Di warê siyasî de, roleke berçav di avakirin û serkêşiya «Encumena Neteweyî ya Keldanî» de lîstiye û wek sekreterê giştî yê wê encumenê xizmet kiriye. Her wiha berdevkê fermî yê çendîn hevpeymanî û lîsteyên siyasî yên taybet bi pêkhateyan bûye di hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê de. Di sala 2012an de, wek yekem serokê «Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê» bi piraniya dengên Perlemana Kurdistanê bawerî pê hat dayîn. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Yekbûna Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de), bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:
Di destpêkê de em destxweşiyê li Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin, ku li ser vê pirsa girîng ev koma bijarte ya rewşenbîran li hev civandiye. Cihê kêfxweşiyê ye ku nûnerên pêkhateyan û partiyên siyasî jî tê de amade ne.
Bêguman di niha de, xwezaya wê mijara ku nuxbeyên siyasî, rewşenbîrî û akademîk ên Herêma Kurdistanê li ser dicivin, mijarek gelekî hestiyar û çarenûsî ye. Bi taybetî di bin siha wan guhertinên bilez û bûyerên nediyar de ku Rojhilata Navîn û cîhan bi xwe ve dibîne. Îro lêkolînerên zanîngehan, mamoste û siyasetmedar mijûlî xwendineke hûr in da ku fêm bikin bê ka arasteya bûyeran ber bi ku ve diçe. Di vê çarçoveyê de, pirsa «Yekbûna Kurd» tenê dirûşmeke neteweyî ya hestiyar nîne, belkî pêdiviyeke siyasî, ewlehî û hebûnî ye ji bo manewe û parastina wan destkeftên ku bi xwîn û xebatê hatine bidestxistin.
Di vê qonaxê de divê em têgehan bi zelalî pênase bikin. Dema em behsa yekrêziyê dikin, mebesta me nasnameya «Kurdistanî» ye. Rast e, Kurd wek netewe û pêkhateyên wek Keldanî, Aşûrî, Siryanî, Ermen û Turkmen mafê wan e şanaziyê bi nasnameya xwe ya taybet bikin, lê em hemû di bin yek sîwanê de û di nav yek keştiyê de ne ku navê wê «Kurdistan» e. Ji ber wê divê gotara me ya siyasî ji «Kurd» ve ber bi «Kurdistanî» ve bilind bibe, ji ber ku çarenûsa me bi hev re hatiye girêdan. Kurd neteweyekî mezin e, xwedî cografya, çand û dîrokeke kevnar e, lê tenê neteweyê mezin ê herêmê ye ku xwedî dewlet û serbixwebûna xwe nîne. Ev rastiya tal daxwaz dike ku her kesekî Kurdistanî bifikire ka astengiyên li pêşiya mafê çarenûsê çi ne.
Yekgirtûyiya navxweyî bandoreke rasterast û stratejîk li ser pêgeha dîplomasî û navdewletî ya Herêmê dike. Ezmûnan selmandine ku dema Kurd û aliyên Kurdistanî bi yek gotar û yek projeya siyasî beşdarî civînên navdewletî dibin, hêzên cîhanî (wek Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsya) bi awayekî cidîtir û bi rêztir muameleyê bi wan re dikin. Yekdengî dibe sedem ku cîhan wek lîstikvanekî «biîstîkrar» li Herêmê binihêre, ne wek aliyekî nakok û parçekirî ku her dem hewceyî navbeynkariya derve be. Dîrok ji me re dibêje: Her dema Kurd yekdeng bin, cîhan neçar bûye guh bide wan; her dema duberî ketibe navbera wan, destkeft ketine metirsiyê. Ji aliyekî din ve, Rojhilata Navîn qada hevrikiya tund a welatên herêmî ye. Belavbûna aliyên kurdistanî gelek caran dergeh vekiriye ku welatên cîran dest bixin nav karûbarên navxweyî û heta «Kurd li dijî Kurd» bikar bînin. Yekbûna Kurdistanî vê dergeha metirsîdar digire û dibe mertalekî bihêz bo parastina serweriya xak û serbixwebûna biryara siyasî.
Di warê aborî de, îstîkrara siyasî û yekrêzî mercên sereke ne bo geşepêdanê. Ji ber cihê cografî yê Kurdistanê û hebûna çavkaniyên dewlemend ên neft û gazê, yekbûna aliyan dibe sedema rakêşana veberhênerên biyanî. Sermaye û kompanyayên mezin ên enerjî û bazirganiyê her dem berê xwe didin wan deran ku lê îstîkrar heye. Yekrêzî dibe sedem ku çavkaniyên darayî bo «xizmeta giştî» werin xerckirin, ne bo «hevrikiya hizbî».
Astengiyên Navxweyî û Nexşerêya Çareseriyê
Tevî girîngiya stratejîk a yekbûnê, lê divê em bi rastbînî li hebûna asteng û berbestên mezin miqur bên. Ew astengiyên ku di navxwe de hene, gelek caran bandora wan metirsîdartir e ji zextên derve. Kêşeyên derve dibe ku bi dîplomasiyê çareser bibin, lê «kêşeya navxweyî» wek nexweşiyekê ye ku cesteyê netewe dirizîne.
Yek ji mezintirîn berbestan, pêşxistina «berjewendiya hizbî û îdeolojîk» e li ser «berjewendiya bilind a neteweyî». Ev takrewiya di raman û hizbayetiya teng de, qet nikare Herêmê bigihîne qeraxa aramiyê. Ji bo derbasbûna ji vê rewşê, ez pêşniyara avakirina «Encumena Siyasî ya Partiyên Kurdistanî» dikim.
Ev encumena pêşniyarkirî nabe tenê bo teşrîfatê be, belkî divê bibe navendeke biryardana hevbeş ku hemû aliyan li ser yek maseyê bicivîne. Divê xwedî serok, cîgir, desteya kargêrî û komîteyên pispor be. Girîng e partiyên pêkhateyan, mamoste û aborînas wekî beşekî «şêwirmendî» tê de beşdar bin. Armanc ew e ku biryarên çarenûsî di odeyeke girtî de werin yeklakirin da ku rê li takrewiya hizbî were girtin. Divê partiyên mezin, bi taybetî PDK wek partiya xwedî piraniya dangan, rola sîwan û birayê mezin bibîne.
Nebûna vê yekdengiyê bandoreke wêranker li ser peywendiyên Herêm û Bexdayê kiriye. Di salên borî de, lawaziya pêgeha Kurd li Bexdayê encama rasterast a perçebûnê bûye. Dema aliyên iraqî derzê di navbera aliyên kurdistanî de dibînin, mijarên wek «mûçe» û «budce» wek karta zextê bikar tînin. Dadgeha Federal û Perlemana Iraqê bi hêsanî biryaran li dijî qewara Herêmê derdixin. Heke Kurd wek «yek tîm» biçin Bexdayê, dikarin berevaniyê di mafên xwe de bikin û kar bo cîbicîkirina maddeya 140 bikin.
Her wiha di warê ewlehiyê de, yekgirtina hêza Pêşmerge û neteweyîkirina wê mercekî bingehîn e bo berdewamiya piştevaniya hevpeymanan. Yekxistina hêzan dawî li diyardeya metirsîdar a «du îdareyî» tîne. Heke ev yekbûn pêknehat, metirsiyên wek paşveçûna demokrasiyê û windakirina rolê di nexşeya enerjiya herêmê de li pêşiya me ne.
Rola Yeklaker a Pêkhateyan
Pêkhateyên neteweyî û olî (Turkmen, Keldanî, Siryanî, Aşûrî, Ermen, Êzidî, Kakeyî û hwd.) beşeke danebrau û resen in ji nasnameya nîştimanî ya Herêmê. Hebûna wan tenê bo ciwankariyê nîne, belkî ew karakterên sereke ne bo nîşandana rûyê «demokrasî» û «pêkvejiyanê» li cîhanê. Îro Herêma Kurdistanê penageha dawî ye bo mana van pêkhateyan li Rojhilata Navîn.
Pêkhate dikarin roleke «dîplomasiya bibandor» bilîzin. Ew dibin pireke bihêz bo peywendî bi welatên cîran û cîhanê re. Bo nimûne, Turkmen dikarin peywendiyên bi Tirkiyê re baştir bikin. Mesîhî (Keldanî, Siryanî, Aşûrî) roleke mezin heye di gihandina dengê Herêmê bo welatên Rojavayî û navendên olî yên cîhanî wek «Vatîkan». Peyamek ji Herêmê bo Vatîkanê, bandorê li ser nêzîkî du mîlyar mesîhiyên cîhanê dike û piştevaniya navdewletî rakêş dike.
Lê ji bo ku vê rolê bînin cih, divê nûneratiya pêkhateyan «rastîn» be. Nûnerên wan divê îradeya pêkhateyên xwe nîşan bidin, ne ku bibin «paşkoya partiyên mezin». Her wiha divê giringî bi geşepêdana wan deveran were dayîn ku pêkhate lê dijîn (wek Deşta Neynewa, Enkawa û gundên Êzidiyan).
Di dawiyê de, Herêmeke bihêz ew e ku tê de hemû pêkhate hest bi «piştrastî», «yeksanî» û «hevwelatîbûna pile yek» bikin. Yekgirtûyiya nîştimanî tenê yekgirtina partiyan nîne, belkî yekgirtina dil û derûniya hemû pêkhateyan e di bin ala Kurdistanê de. Bê vê yekbûnê tu garantiyek bo pêşerojê nîne, lê bi yekrêziyê, Kurdistanî dikarin bibin lîstikvanekî sereke di hevkêşeyên aloz ên Rojhilata Navîn de.
