• Thursday, 30 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

Gulan Media March 12, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ji ber koça dawî ya Salih Muslim sersaxî ji malbata wî re xwest.

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDyê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Muslim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya siyasetmedarê Kurd Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir.

"Ez hevparê xema wan im"

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ji bo koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim, sersaxiya ji malbat, kesûkar û hevalên re dixwazim û ez hevparê xema wan im."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê wî bi biheştî şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û mirovên wî.

Malbata wî dê îro cenazeyê Salih Muslim bibe Rojavayê Kurdistanê û dê li bajarê Kobaniyê veşire.

 

Rudaw

Top