• Thursday, 30 April 2026
logo

Grûpeke PKKê konê serxweşiya ciwanekî ku di girtîgeha Rêveberiya Xweser de hatiye kuştin şewitand

Gulan Media March 12, 2026 Nûçe
Grûpeke PKKê konê serxweşiya ciwanekî ku di girtîgeha Rêveberiya Xweser de hatiye kuştin şewitand

Grûba Ciwanên Şoreşger ku grûbekî ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û li Rojavayê Kurdistanê berdewam karên binpêkirinê pêktîne, konê ku ji bo serxweşiya ciwanekî ku di girtîgeha di bin kontrola PKKê de li Rojavayê Kurdistanê hatiye kuştin hatibû danîn şewitand.


Çalakvanê mafên mirovan Mehmûd Elo,  ji BasNewsê re got ku îro roja Çarşemê, 11ê Adara 2026an, kesên girêdayî koma PKKê êrîşî konê li bajarê Qamîşlo yê Rojavayê Kurdistanê kirin û ew şewitandin.

Herwaha got ku armanc ew e ku mirovan bitirsînin û tirsê di dilê xizmên qurbanî de belav bikin, da ku li ser kuştina kurê xwe bêdeng bimînin.

Wî çalakvanî berpirsyartiya şewitandina konê serxweşiyê û gefxwarin li meriv û kesûkarên wî qurbaniyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dayî, xist stûyê endam û kadroyên PKKê û ev bûyer wek binpêkirinekî aşkera ya mafê mirovan û derveyî exlaqê Kurd pênase kir.

Li gorî zanyariyên BasNewsê, ciwanê mirî yê bi navê Ala Adnan Amîna, 33 salî bûye û 15 sal berê Rojavayê Kurdistanê terikandiye û li Swêdê dijî û hemwelatiya Swêdê ye. Ew di Îlona 2025an de ji bo serdana xizmên xwe hat Herêma Kurdistanê û bi rêya deriyê Sêmalka ve derbasî Qamişlo bûye û li wê derê zewicî ye, lê şevekî bê ku sedemek bê diyar kirin ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya Rêveberiya Xweser ve hatiye girtin û çend mehan jî bêserûşûn bûye û heta rojek berî naha daxwaz ji meriv û kesûkarên wî hatiye kirin ku cenazeyê kurê xwe werbigrin.

Li gor zanyariyan, xizmên Ela dibêjin ku kurê wan di bin îşkenceyê de hatiye kuştin û li ser laşê wî nîşanên îşkenceyê û birîn hene, ji ber vê yekê wan ji gelek rayedaran, di nav de Swêdê, xwestiye ku lêkolîna mirina wî bikin. Di heman demê de, hejmareke mezin ji partîyên li Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan jî daxwaza lêpirsînek bêalî li ser kuştina wî xort kirine û pêşkêşî raya giştî kirine.

 

Basnews

Top