Serokê Hikûmetê û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslmaî tekezî li giringiya yek helwêstiya aliyên Kurdistanê kirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û çend mijarên giring gotûbêj kirin.
Îro 11.03.2026ê Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn kir û di hevdîtinê de danûstan derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û navçeyê de hat kirin.
Herdu aliyan tekezî li giringiya yek helwêstî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û seqamgiriya navçeyê kirin.
Hat teqez kirin ku Herêma Kurdistanê li navçeyê wek berdewam faktorê aramî û aştiyê dibe.
Di beşeke din a gotûbêjan de behsa giringiya çalak kirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.
Basnews
