Ferhad Mihemed endamê Bazneya Guftûgoyê: Nasyonalîzm vîna neteweyê wek vîna karakterekî pênase dike
Ferhad Mihemed endamê Bazneya Guftûgoyê: Nasyonalîzm vîna neteweyê wek vîna karakterekî pênase dike
Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serekedîtorê kovara Gulan e. Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Bandora yekbûna Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de), bi vî rengî nêrînen xwe xuyakrin.
Andreas Wimmer, di kitêba «Pêlên Şer: Nasyonalîzm û Avakirina Dewletê» de, tekez dike ku di 200 salên borî de tu fikr wekî «nasyonalîzmê» di nav neteweyên cîhanê de belav nebûye û her nasyonalîzmê di van her du sedsalan de nexşeya şer û aştiyê li cîhanê xêz kiriye.
Nexwe, kengî kesên neteweyekê digihîjin wê qinaetê ku hewcedariya wan bi nasyonalîzmê heye? Bêguman wê çaxê ku hîs dikin hewcedariya wan bi vîna hêzê heye; ev hêz jî di çarçoveya nasyonalîzmê de nebe pêk nayê. Di vê çarçoveyê de nasyonalîzm ferz dike ku divê hemû kesên neteweyekê amade bin bibin leşker û dewleta neteweyî «Nation-State» ava bikin û parastina wê dewleta xwe ya neteweyî bikin. Bi eşkeretir, di vê rewşê de netewe xwe wek karakterekî sereke pênase dike û wefaya nîştimanî dixe ser wefaya eşîr û partiyê. Bi vê yekê, hemû kesên neteweyê dibin endamên malbatekê û ji bo parastina rûmeta neteweyî amade ne canê xwe feda bikin.
Di vê çarçoveyê de, heger em xwendinekê ji bo bûyerên destpêka îsal ên Rojavayê Kurdistanê bikin û bi hûrbînî li wan dîmenan binihêrin ku di şerên navbera hêzên Rojava û hêzên Sûriyê de me dîtin, bi taybetî jî wan dîmenên ku êrîşî taxên Kurdnişîn dikin û kezîyên keçên me dibirin û sivkatiyê bi şervanan dikin; ev ew kêlî ye ku hesta neteweyî digihîje wê astê ku pêwîstiya wê bi komkirina vîna hêza neteweyî heye daku nîşana cîhanê bide. Lê belê ev hesta neteweyî çawa di asta rastiyê de dibe amûrek ku bi dirustî wê vîna yekgirtî nîşan bide? Bêguman gava ku rêberê neteweyê biryar dide ku neteweya xwe di nav parçebûna sînorên destçêkirî de wek vîneke yekgirtî nîşanî cîhanê bide.
Rola Serok Barzanî di nav bûyerên trajîk ên van demên dawî yên Rojavayê Kurdistanê de hewlek bû ji bo komkirina hêza neteweyê, lê ne tenê hêza leşkerî, belku hêza nerm û hêza dîplomasî û vegerandina aliyan bo diyalog û jihevtêgihîştinê û dîtina rêyên aştiyane ji bo rêgirtina li şer û wêrankariyê, û ji vê zêdetir ji bo rêgirtina li şerê navbera Kurd û Ereban ku nedihate zanîn dê çi karesatan bi dû xwe de bîne.
Gotar û peyama Serok Barzanî di nav vê qeyrana mezin de ji bo tevahiya neteweya Kurd li her çar parçeyan ew e, ku beriya her tiştî em xwe wek netewe îsbat bikin ku em hene, wê çaxê dostên me jî dê alîkariya me bikin. Lewma ji Romaya paytexta Îtalyayê ve ji me re got: «Gava tu hebî, kesên te hene; lê gava tu tune bî, kesê te tune ye». Ev gotina Serok Barzanî ku dibe navoka nasyonalîzma medenî ji bo hemû neteweya Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanî, wê wateya bilind şirove kir ku: Rast e em dixwazin neteweya me serbilind û serfiraz be, lê di heman demê de em dixwazin ew neteweyên din jî yên ku em bi hev re dijîn, ew jî serbilind û serfiraz bin û bi diyaloga rastîn biratiya navbera neteweyan xurttir bikin. Lê dîsan ev zemîn bi hêsanî ava nabe, heger berî her tiştî «Kurd wek netewe» vîna xwe nîşanî cîhanê nede.
Di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de ku pêleke şer û aloziyan lê daye û roj bi roj jî asta şer bi şêweyekî berfireh dibe ku nayê zanîn bi çi aliyekî de diçe, çarenivîsa neteweya Kurd û hemû Kurdistaniyan ji wê xalê dest pê dike: Em ê çawa di nav vê gêjera şer de gavan biavêjin û bi van bûyerên trajîk re miameleyê bikin? Em ê çawa hewildanên xwe yek bikin daku niha û paşeroja neteweya xwe biparêzin? Bersiva van hemû pirsan bi wê ve girêdayî ye ku em ê çawa di çarçoveya nasyonalîzmeke Kurdî û Kurdistanî de hemû bibin leşkerên neteweyê, lê ne tenê leşkerên «eniyên şer», belku leşkerên «hêza nerm a dîplomasî» û hewldan ji bo çareserkirina kêşeyan bi riya diyalog û jihevtêgihîştin û aştiyê.
Ji bo rewşa niha ya doza neteweyî û nîştimaniya me ku di qonaxeke pir dijwar û aloz re derbas dibe, ji bilî yekbûnê tu bijardeyeke me ya din nîne. Ji ber wê jî divê em hemû di bin sîwana Serok Barzanî de sînorên erdnîgariya sepandî û eşîr û partiyan derbas bikin û hevkar û hemaheng bin, daku vîna neteweyê wek vîna karakterekî miameleyê bi vê rastiya nexwestî re bike, ku tê de encama tu geşedanekê bi temamî ne zelal e.
