• Wednesday, 11 March 2026
logo

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Dema Kurd wek yek beden derdikevin, cîhan neçar dibe guh bide wan û wek hevparekî rastîn muameleyê bi wan re bike

Gulan Media March 11, 2026 Raport
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Dema Kurd wek yek beden derdikevin, cîhan neçar dibe guh bide wan û wek hevparekî rastîn muameleyê bi wan re bike

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Dema Kurd wek yek beden derdikevin, cîhan neçar dibe guh bide wan û wek hevparekî rastîn muameleyê bi wan re bike

 

Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye û rêveberê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye. Her wiha yek ji wan çalakvanan e ku her dem di mijarên niştimanî û neteweyî de beşdarî çalakiyan bûye. Di gotubêja vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de (Yekbûna Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de), bi vî rengî dîtin û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Rojhilata Navîn îro li ber lêvegereke dîrokî û werçerxaneke geopolîtîk a kûr de ye. Navçe rûbirûyê pênasekirina dubare ya hêz û sînoran bûye. Her wekî ku birêzan jî di vê gotubêjê de tekezî li ser kirin, em niha di serdemekê de dijîn ku mirov dikare navê «Serdema Xebata Neteweyî» lê bike. Çarçoveya pirsa Kurd êdî ne mijareke marjînal e, lê belê bûye lîstikvanekî sereke û yekker di hevkêşeya aramiya navçeyî û navneteweyî de. Bi eşkeretir dikarim bêjim, yekbûna Kurd êdî ne tenê bijardeyek e ku wekî diruşm were bilindkirin, lê belê zerûretekî hantmî ye ji bo manê. Divê ev yek ji بازنەی diruşmên hizbî yên kurtbîn derkeve û bibe stratejiyeke niştimanî ya saziyî.

Wekî ku birêz Şêx Xeznewî jî amaje bi gotina bilind a Şêx Seîdê Pîran kir ku di sala 1925an de gotiye: «Heke hûn yek nebin, hûn ê her yek bi tenê bin», ev gotin heta niha jî rastiya xwe parastiye. Her vê peyvê careke din Serok Barzanî ji Romayê ve bi bîra me anî û got: «Heke tu hebî, kesê te heye; heke tu neyî, kesê te nîne.» Ji ber vê yekê, ezmûna dawî ya bûyerên Rojavayê Kurdistanê û xweragiriya Herêma Kurdistanê li hemberî alengariyan, îsbat kir ku dema Kurd wek yek beden derdikeve, cîhan neçar dibe guh bide wan û wek hevparekî rastîn muameleyê bi wan re bike.

Aliyekî din ê ku dikare wekî hêvî û geşbînî were dîtin, yekbûna Kurd di vê qonaxê de û piştevaniya gel ji bo Rojavayê Kurdistanê bû sedem ku Herêma Kurdistanê wekî paytextê manewî û kûrahiya stratejîk a hemû parçeyên din ên Kurdistanê were dîtin. Ev ne tenê ji ber hebûna qewareyekî destûrî ye li vê herêmê, lê belê ji ber dirustbûna merceiyetekî siyasî û neteweyî ye ku karî ye di demên dijwar de bibe sîwan ji bo komkirina hemû rengên cuda. Hîkmeta siyasî ya Serok Mesûd Barzanî û hewildanên dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ne tenê mertal bûn ji bo parastina Başûr, lê belê bûn şademarê rizgariya ji qirkirina neteweyî li Rojavayê Kurdistanê. Ev merceiyeta siyasî, ku rehê wê vedigere bo fîkr û eqîdeya Barzan, îro di asta navneteweyî de wekî yekane parêzerê doza rewa ya Kurd tê dîtin.

Di rehendekî nû de, Kurd kariye teoriya «waqi’bînî» û piştbixwebestin bi hêza nerm re têkel bike. Zimanê wêneyê ku di rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve di dema karesatên Rojava û Bakur de hat dîtin, ji sedan gotarên siyasî bi bandortir bû û bawerî da mirovê Kurd ku xwedî saziyeke wisa ye ku dikare aramî û hêviyê bişîne derdora xwe. Pirsa «Kurdistanîbûnê» wekî modelekî pêşketî yê pêkvejiyanê, xaleke din a hêza vê neteweyê ye. Beşdariya pêkhateyên resen ên wekî Tirkmen, Kildan, Aşûrî û Seryanî, nîşan dide ku doza Kurd ne tenê pirseke neteweyî ya rût e, lê belê projeyeke mirovî û demokratîk e bo hemû navçeyê.

Lê belê em nikarin çavên xwe li wan astengan jî bigirin ku herêşê li mala Kurdistaniyan dikin. Perçebûna gotara siyasî li Bexdayê û ji destdana giraniya Kurd, zengeke metirsîdar e. Wekî ku me li Kerkûkê dît, perçebûna dengê Kurd bû sedem ku pêgeha siyasî ya neteweya me lawaz bibe. Tirsa şerê brakujî û rîberiya hizbî, hîn di hişê hinek biryarderan de maye û rêgir e li ber yekîtiyê. Ji ber vê yekê, pêşniyara damezrandina «Encûmeneke Siyasî ya Bilind» ji bo hizbên Kurdistanî, zerûretekî dîrokî ye ji bo derbasbûn ji takrewiyê.

Di dawiyê de ez van pêşniyaran dixim rû:

Ji bo waqi’ê siyasî yê niha yê Herêma Kurdistanê, pir girîng e Encûmeneke Siyasî ya Bilind ku nûnertiya hemû hêzên siyasî û pêkhateyan bike were avakirin, da ku biryarên stratejîk di asta îqlîmî û navneteweyî de bi yekdengî werin dayîn.
Di vê qonaxê de pir pêdiviya me bi lezkirina proseya yekxistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê heye, ji bo ku wekî hêzeke niştimanî rûbirûyê alengariyan bibin.
Damezrandina dezgeheke medyayî ya niştimanî ku bi zimanên (Erebî, Tirkî, Farisî û Îngilîzî) weşanê bike, ji bo bersivdana şerê derûnî yê neyaran û gihandina rastiya doza Kurd bi gelên navçeyê û cîhanê.
Bihêzkirina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê wekî yekane qewareya şer’î, ji ber ku parastina vê qewareyê garantiya mana hêviyê ye bo parçeyên din ên Kurdistanê di dema guhertinên çaverêkirî de.
Sûdwergirtina zêdetir ji pêgeha pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê (Tirkmen û Mesîhî) wekî pira peywendiyê bi welatên navçeyê û navendên cîhanî re ji bo bidestxistina piştevaniya navneteweyî.
Kurd divê wek yek tîm û bi yek projeya yasayî û siyasî biçin Bexdayê, da ku êdî pirsa budçe, mûçe û mafên me yên destûrî wekî karta fişarê dijî qewareya Herêma Kurdistanê neyên bikaranîn.

Top