Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Bi tundî êrîşên ser Herêma Kurdistanê şermezar dikim
Îro 10.03.2026ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio peywendiyekî telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêkanî.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio bi tundî êrîşên terorîstî yên Îran û grubên milîs ên terorîst ên ser bi Îranê li Iraqê şermezar kir û bi taybetî jî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.
Herwaha di wê peywendiya telefonî de herdu aliyan behsa giringiya wergirtina hemû rê û tevdîrên pêwîst ji aliyê hikûmeta Iraqê ji bo parastina karmend û saziyên dîplomatîk ên Amerîkayê kirin.
Basnews
