Li Xaneqînê greva giştî dest pê kir
Îro 25.02.2026ê l Xaneqînê greva giştî ya li dijî qezabûna du nahyeyên ser bi Xaneqînê dest pê kir.
Li gor zanyariyan, ew grev piştî bangaveziya çalakvanên bajarê Xaneqînê destpê kir û armanca çalakiyê li dijî qezabûna nahyeyên Qeretepe û Gulale (Celewla) û qutkirina wan ji qeza Xaneqînê tê şermezar kirin.
Çalakvanên Xaneqînê amaje bi wê yekê dikin ku ew karê ku hatiye kirin binpêkirina aşkera ya madeya 140 a destûra daîmî ya Iraqê ye û dibêjin: '’Pêwîste destpêkê ew made bê cîhbicîh kirin û navçeyên Kurdistanî wegerînin ser Herêma Kurdistanê. Wê demê asayî ye guhertin di pêkanîna îdarî ya navçeyan de bê kirin. Lê bi wî awayê naha nabe, ew tiştê ku naha tê kirin, tenê berdewamkirina erebkirina navçeyê ye.’’
Basnews
