Koma Colemêrg Collective yekem car li Stenbolê konser da
Colemêrg Collective" yekem konsera xwe ya li Stenbolê bi coşeke mezin lidar xist. Di konserê de bi dehan stran û kilamên herêma Behdînan û Botanê hatin pêşkêşkirin û hola konserê bi Kurdistaniyan tije bû.
Koma muzîkê ya Colemêrg Collective ku bi şêwazê xwe yê taybet û nûjenkirina kilamên kevneşopî tê naskirin, cara yekem li Stenbolê derket ser dikê. Di konserê de mîna ku bêhna zozan û çiyayên Behdînanê li Stenbolê fûriya be, hunermendan bi deng û rengê xwe Stenbol hejand. Hola konserê ji aliyê Kurdistaniyan, bi taybetî jî ji aliyê xelkê Colemêrgê yê li Stenbolê dijîn ve hate dagirtin û bi stranên gelêrî govendên coş hatin gerandin.
Stranbêjê komê Enver Aydin bal kişand ser girîngiya vî karî û diyar kir, ev şêwazê muzîka wan cara yekem e bi vî rengî li bajarên mezin tê pêşkêşkirin.
Aydın got: "Huner û muzîka me ya Kurdî, bi taybetî ya herêma me, heta niha li bajarên mezin ên Bakur bi vî rengî nehatibû pêşkêşkirin. Îro em li Stenbolê muzîka her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî kilamên herêma xwe yên kevnar ên ku dîroka wan dighêje 500, 600 û 700 salan, pêşkêş dikin. Armanca me ew e ku gelê me, bi taybetî ciwanên me, van stranên kevnar nas bikin û li ser bingeha muzîka modern vê dewlemendiya çandî û kincên me yên neteweyî bibînin."
Hunermend Ferec, stranbêjekî din ê komê, kêfxweşiya xwe ya ji bo serkeftina konserê anî ziman û destnîşan kir ku ev konser ji bo wan destpêkeke sembolîk e.
Ferec got: "Ev konsera me ya yekem e û em gelekî serfiraz û kêfxweş in. Em li Stenbolê, li vê bajarê mezin, dengê Colemêrg û Kurdistanê dighînin guhê gelê xwe. Me di vê bernameyê de tenê muzîka kevneşopî pêşkêş nekir; me bi şêwazê modern, rock, pop û her cureyên muzîkê kilamên xwe nû kirin, daku her kes bi her tamî muzîka me bibihîse. Ev ji bo tîma me pêngaveke mezin e û em hêvî dikin ku gelê me her tim serbilind be."
Beşdarên konserê jî bi coşeke mezin tevlî stranên komê bûn. Tevî stranên li ser dika konserê, li nav holê jî govendên herêmî hatin gerandin. Muzîka Colemêrg Collective ku kilamên "kevnar" bi amûrên muzîkê yên "modern" li hev tîne, ji aliyê guhdaran ve wekî "pira di navbera paşeroj û pêşerojê de" hate pênasekirin.
K24
