Kampa Holê vala bû: Karwanê dawî yê malbatên Îraqî vegeriya
Karwanê dawî yê wan malbatên Îraqî yên ku dixwestin ji Kampa Holê vegerin, hat vegerandin.
Yên din jî piştî girtina kampê veguhastin bajarên din ên Sûriyeyê.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr li ser vegerandina malbatan ji Rûdawê re axivî.
Elî Cehangêr ragihand, "Me karwanê dawî yê wan malbatên Îraqî vegerand ku li Kampa Holê mabûn û dixwestin vegerin. Ew karwan 19ê Sibatê vegeriya."
Kampa Holê ya ku li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye, piştî ku hemû malbat ji wir hatin derxistin, 22yê Sibatê hat girtin.
Yên venegeriyane çûn bajarên din
Elî Cehangîr diyar kir ku 80 malbatên Îraqî li wê kampê mabûn û yên ku venegeriyane jî daxwaza vegerê nekiriye.
Ew malbatên Îraqî yên ku venegeriyane nêzîkî 250 kesî ne û piştî girtina Kampa Holê çûne bajarên din ên Sûriyeyê.
Li gorî gotina Birêvebirê Kampê Fadî Qasim, hemû malbatên Sûriyeyî û biyanî ji kampê hatine veguhastin û hikûmeta Şamê plan kiriye ku wan malbatan ji dûrî çavên medyayê ji nû ve rehabîlîte bike.
Ew malbatên ku li kampê bûn, xizm û kesûkarên çekdarên DAIŞê bûn û xelkê 42 welatên cuda bûn.
Rudaw
