El Cezîre: Amerîka hêzên xwe yên li Sûriyê ber bi Herêma Kurdistanê ve dikşîne
Îro 23.02.2026ê kanala televîzyonê ya El – Cezîre di nûçeyekî bilez de ragehand ku Amerîka dest bi vekêşîna hêzên xwe yên li Sûriyê bo ber bi Herêma Kurdistanê dike.
Herwaha ragehand, ew jî wek pêngava yekem a vekêşîna hêzên Amerîkayê xuya dike û dibe ku ew pêngav di çend heftiyan de temam bibe.
Herwaha heman kanalê aşkera kir, yekem care hêzên Amerîkayê li binkeyê leşkerî yê Qesrikê yê li Sûriyê dest bi vekêşînê dikin û ew binkeyê leşkerî binkeyê herî mezin ê leşkerî yê Amerîkayê yê li Sûriyê ye ku dikeve gundewarê parêzgeha Hesekê.
Basnews
