• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî û şandeke Partiya Dewe rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin

Gulan Media February 22, 2026 Nûçe
Serok Barzanî û şandeke Partiya Dewe rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin

Serok Barzanî û şandeke bilind a Partiya Dewe ya Iraqî rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwendî û hevahengiya navbera aliyan kirin.

Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, Serok Mesûd Barzanî îro 21ê Sibatê pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Dewe ya Iraqî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di hevdîtinê de gotûbêj derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên herî dawî yên li navçeyê de hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser pêwendî û hevahengiya di navbera aliyan de hat kirin, ji bo derbaskirina kêşe û astengiyan.

 

K24

Top