• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Sûdanê hejmara kuştiyan bû 59

Gulan Media February 19, 2026 Nûçe
Li Sûdanê hejmara kuştiyan bû 59

Medyaya Sûdanê ragihand ku li herêma Kordofanê ya li başûrê welêt di êrişên bi dronan de hejmara kuştiyan gihiştiye 59an.

Êrişan stargeheke koçberan û bazarek kirin armanc.

Stargeh û bazar hatin bombebarankirin

Roja duşemê, li bajarê El-Sunutê yê Kordofana Rojava, avahiyeke veterîneriyê bû hedefa êrişeke asmanî.

Di wê avahiyê de sivîlên koçber hebûn.

Li gorî rojnameya herêmî ya El-Rakobayê, di êrişê de herî kêm 28 kesan canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku di nav kuştiyan de jin û zarok jî hene û rewşa gelek birîndaran giran e.

Heman rojê, li herêma El-Safiyayê ya Kordofana Bakur jî bazarek bi dronê hat bombebarankirin.

Çavkaniyan diyar kir ku di wê êrişê de jî 31 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûn.

"Binpêkirina yasayên navneteweyî ye"

Koma Parêzerên Awarte di daxuyaniyekê de êrişên li ser bazar û tesîsên sivîlan şermezar kirin.

Komê diyar kir ku ev êriş “binpêkirina yasaya mirovî ya navneteweyî ne” û bangî aliyên şerê Sûdanê kir ku sivîlan biparêzin û şer rawestînin.

Heta niha nehatiye zanîn ku kîjan alî li pişt êrişên bi dronan e.

Li Sûdanê ji Nîsana 2023yan ve di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerekî dijwar didome.

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, di şer de bi deh hezaran kes hatine kuştin, nêzîkî 13 milyon kesan koçber bûne û ev yek jî bûye sedema yekê ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê.

 

Rudaw

Top