• Thursday, 19 February 2026
logo

Parêzgarê Banka Navendî daxuyaniyên balkêş dide

Gulan Media February 19, 2026 Nûçe
Parêzgarê Banka Navendî daxuyaniyên balkêş dide

Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq, agahiyên di derbarê qebareya astengiyên darayî de aşkera dike.

Dr. Suham Yûsif pisporê aborî agahiyan li ser axaftinên parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê belav kiriye û dibêje: “Salane 23 heta 25 trilyon dînar pareyê dewletê ji bo sektora elektirîkê diçe, lê dahata elektirîkê salane nagiheje yek tirilyon dînar.”

Di hemandemê de salane 3 trilyon dînar ji bo mûçeyê kompanyayên giştî diçe, ew kompanyayên ku ti berhemeke wan nîne û tenê wek kompanya mane û bi qasî 20 salane ku mûçe bo wan tê xeric kirin.

Herwaha 13 trilyon diyar salane bo piştevaniya sotemeniyê tê xeric kirin, pirsgirêk ne piştgirî ye, lê ew e ku bêarmanc di xerckirina pereyan de heye.

Herwaha tekez dike ku 100 trilyon diyar di bazarê de heye, ji sedî 80ê li bêrîka xelkê de ye û li derveyî bankanin.

 

 Basnews

Top