• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî Pêşwazî li Joshua Harris kir

Gulan Media February 19, 2026 Nûçe
Serok Barzanî Pêşwazî li Joshua Harris kir

Îro 18.02.2026, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de berpirsê karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê tekezî li wê kiriye ku Amerîka di çarçoveya Iraqê de piştevanê Herêma Kurdistanê ye û herwaha bi çavên rêzgirtinî ve temaşeyî rola Serok Barzanî di proseya siyasî ya Iraqê de dike her di sala 2003 heta niha û di paşeroja proseya siyasî ya Iraqê de jî. Herwaha aşkera jî kiriye ku welatê wî dixwaze bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hevkariyek stratejîk hebe û divê Iraq biryarên xwe hebin û berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên din de bin, ji bo ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikaribe têkiliyên xwe bi Iraqê re pêş bixe.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li wê kiriye ku ew hertim xwazyarê wê bûne ku li Iraqê yasa û destûr li ser dest bin û hevbeşî û hevsengî bingehê serekî yên pêywendiyên Herêm û Bexdayê be. Herwaha bi giringî jî zanî girîng dît ku di hikûmeta bê ya Iraqê de van hersê prensîban werin berçavgirtin û destûr were bicîhanîn û dawî li muameleya neheq a li dijî gelê Kurdistanê di budçe û mijarên din de were anîn. Serok Barzanî herwaha diyar kir ku divê Iraq biryarên xwe yên taybet bide û bi cîranên xwe re têkiliyek hevseng hebe.

Rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên wê hevdîtinê bûn.

 

Basnews

Top