Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê pesnê bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê da
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê re civiya û pirsa bihevrejiyanê û rewşa pêkhateyan gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşketinên dawî yên herêmê û rewşa pêkhateyên olî û neteweyî hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên pêkhateyan û bipêşxistina çanda bihevrejiyanê ducare kir.
Gallagher pesnê Herêma Kurdistanê da
Li hêla din, Paul Richard Gallagher pesnê jîngeha tolerans û bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê da.
Gallagher her wiha piştgiriya Vatîkanê ji bo aştî û aramî Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Rudaw
