Parlamentoya Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê dicive
Parlamentoya Ewropayê (PE) li bajarê Strasburgê yê Fransayê îro dê li ser projebiryareke hevbeş a pênc fraksiyonên sereke (Keskan, Nûjenbûn, Parêzgaran, Yekîtiya Gel û Sosyal Demokratan) deng bide ku taybet e bi rewşa Rojavayê Kurdistanê.
Projebiryar nexşerêyeke zelal ji bo parastina mafên Kurdan û aramiya herêmê datîne pêş.
Naveroka projebiryarê, ji mersûmê ber bi destûrê ve
Li gorî wê belgeya fermî ya ku dê biryar li ser were dayîn, Parlamentoya Ewropayê piştgiriyê dide peymana 30yê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de dike.
Xalên herî girîng ev in:
Mafên Neteweyî: Tekezî li ser mersûma hejmar 13an a serokatiyê ya ji bo dayîna welatînameyê ji Kurdan re û naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî tê kirin. Parlamento daxwaz dike ku ev maf di "destûra nû" de werin çespandin.
Tevlîkirina Hêzan: Proje behsa tevlîkirina qonax bi qonax a şervanên HSDyê û hêzên ewlehiyê di nav Wezaretên Parastin û Karên Navxwe yên Sûriyeyê de dike.
Veguhestina Desthilatê: Radestkirina kontrola girtîgehan û zeviyên petrol û gazê ji hikûmeta navendî re li hemberî garantîkirina mafên sivîl.
Rola Herêma Kurdistanê: Di xala Gyê ya projebiryarê de, parlamento bi fermî pesnê rola dîplomatîk a "desthilatdarên Kurdistana Îraqê (Herêma Kurdistanê)" dide ku li gel Amerîka û Fransayê roleke girîng di hêsankirina diyalog û peymana di navbera Şam û HSDyê de lîstine.
Civîna Strasburgê, "Kurd hevçeperên me ne"
10ê Sibata 2026an, hola Parlamentoya Ewropayê bû şahidê dîbeyteke dîrokî.
Parlamentera Kurd Evîn Încîr bi Alaya Kurdistanê û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" derket û ragihand ku ev bingeha wê modela demokrasiyê ye ku Kurdan li Rojava ava kiriye.
Ebîr Sehlanî jî bi cilên Kurdî rexne li bêdengiya cîhanê girt û got:
"Terorîst heta piştî mirinê jî kezî û porê jinên Kurd dibirin, divê dorpêça li ser Kobaniyê were rakirin."
Raportora Taybet a Parlamentoyê Nathalie Loiseau, behsa "wefa û şanaziyê" kir û got Kurd hevçeperên me ne û Fransa şanaziyê bi rola xwe ya di pêkanîna agirbestê û parastina taybetmendiyên Kurdan de dike.
Hişyarî li ser karesata mirovî û metirsiya DAIŞê
Projebiryarê dilgiraniya xwe ya kûr li hemberî koçberbûna 170 hezar kesî û metirsiya mirina zarokan a ji ber sermayê anî ziman.
Her wiha parlamentoyê bi tundî "destwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê" ya li bakurrojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û daxwaza rawestandina bilez a êrişan kir.
Parlamentoyê derbarê DAIŞê hişyarî da ku nearamî bûye sedema reva "bi sedan çekdarên DAIŞê" ji girtîgehan.
Renxe li welatên Ewropayê hat girtin ku berpirsyariya parastina girtiyan tenê xistibûn ser milê Kurdan.
Ji ber vê yekê hat xwestin ku di dema herî kurt de çekdarên Ewropî ji bo darizandinê werin vegerandin.
Parlamentoyê tekez kir ku her alîkariya darayî ya ji bo Sûriyeyê (ku 620 milyon Euro ye ji bo salên 2026 û 2027an) dê bi van mercan be:
- Parastina sivîlan û rêzgirtina li agirbestê.
- Rêzgirtina li mafên kêmneteweyan, bi taybetî Kurd, Kurdên Êzidî, Xiristiyan û pêkhateyên din.
- Beşdariya rasteqîn a Kurdan di biryara siyasî de li Şamê.
Rudaw
