• Thursday, 12 February 2026
logo

Nûrî Malikî: Divê çek tenê di destê dewletê de be

Gulan Media February 11, 2026 Nûçe
Nûrî Malikî: Divê çek tenê di destê dewletê de be

 Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ragehand, divê çek tenê di destê dewletê de be û hêzên çekdar tenê di bin fermana fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê de be.


Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî di daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand, Iraqî demekî zêdeye gelek êş di destê şer de kêşandin û naha dema wê hatiye bi rûmet û aram bijîn.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku, aramkirina rewşê di berjewendiya xelkê de ye û pêwîste yasa serwer be û çek tenê di destê dewletê de be û hêzên çekdar di bin fermana fermandariya giştî ya hêzên çekdar de be. Ev jî dê dewletekî seqamgîr bi bingeh bike û derxe holê.

Herwaha nûrî Malikî diyar kir ku ew berbijêrê Çarçoveya Hemahengiyê yê ji bo wergirtina posta Serokwezîrê Iraqê ye.

 

Basnews

Top