Ew jin a parlamentera ereb ku li Parlamentoya Ewropayê parastina Kurdan kir kî ye?
Endameke jin a Parlamentoya Ewropayê ku bi cilên Kurdî gotarek pêşkêş kir û parastina Kurdan kir, erebeke ji başûrê Iraqê ye û mamekî wê Pêşmerge bûye.
Ew çend rojeke tomarekî vîdyoyî hatiye weşandin ku nîşan dide jineke endama Parlamentoya Ewropayê ya bi navê Ebîr Sehlanî bi cilûbergên Kurdî ve gotarekî di Parlamentoya Ewropayê de pêşkeş dike û parastina Kurdan û Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gorî dûvçûnên BasNewsê, navê vê jinê Ebîr Sehlanî ye, di sala 1976an de li Besrayê ji dayik bûye, ji zarokatiya xwe ve li Swêdê dijî û endama Partiya Center Partiet e. Ji sala 2019an vir ve endamê Parlamentoya Ewropayê ye û dê di sala 2024ê de careke din hatiye helbijartin.
Vê derbarê de nivîskar û siyasetmedar Aso Kerîm li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê Ebîr Sehlanî de nivîsand: "Ew bi eslê xwe ereb e û ji Nasiriye ya başûrê Iraqê ye. Mamê wê Ebû Reûf kadroyekî pêşketî yê Partiya Komunîst û Pêşmerge bû ku li Amêdiyê ji aliyê cehşekî ve hate kuştin."
Herwaha diyar kir ku bavê Ebîr Sehlanî ji aliyê rejîma Beisê ve hate girtin û cezayê darvekirinê lê hate birîn, lê piştre ew hukmê darvekirinê li ser sivik kirin û naha jî jiyan dike.
Aso Kerîm dibêje: "Ebîr Sehlanî çend caran serdana Kurdistanê kiriye. Ev ne cara yekem e ku ew parastina Kurdan dike û gelek caran jî gotiye: 'Dema ku terorîzmê kolanên Parîs, Berlîn û Stockholmê tehdît dikir, keçên Kurd ên li Kobanî jiyana xwe kirin mertal. Naha jî dema wê hatiye ku em li hember wan bi wefa bin." Herwaha berê jî di nav Parlamentoya Ewropayê de bi kurdî û Îngîlîz got: ‘’Jin, Jiyan, Azadî.’’
Basnews
