Hoşyar Zêbarî civîna Riyadê rexne kir: Rola Pêşmergeyan hat piştguhkirin
Endamê Desteya Kargêriyê ya Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî encamnameya civîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya ku doh li Riyadê hat lidarxistin rexne kir.
Zêbarî nerazîbûn nîşan da ku di encamnameyê de cih nedane rola Hêzên Pêşmergeyan.
Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.
Zêbarî behsa civîna Koalîsyona Navneteweyî kir ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hatibû kirin û nûnerên "Sûriyeya Nû" jî beşdar bûbûn.
“Rola navendî hat paşguhkirin”
Hoşyar Zêbarî daxuyaniya ku piştî civînê hatibû weşandin rexne kir û wiha got:
“Di daxuyaniya civîna dawî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Riyadê de, ti amaje bi rola Hêzên Pêşmergeyan yên li Îraqê û Hêzên HSDyê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) yên Kurd ên li Sûriyeyê nehatiye kirin ku wan bi piştgiriya Koalîsyonê di têkbirina rêxistinê de roleke navendî lîstibû.”
Zêbarî her wiha bi bîr anî ku Wezareta Karên Derve ya Îraqê di wê civînê de di asta şêwirmendekî (wekîlê wezîr) de hatiye temsîlkirin.
Her çi qasî Hoşyar Zêbarî di parvekirina xwe de gotibe ku cih nedane HSDyê jî, di encamnameya civînê de pesnê rola HSDyê hatiye dayîn lê qet behsa Pêşmergeyan nehatiye kirin.
Hêzên Pêşmergeyan û HSDyê di têkoşîna meydanî ya li dijî DAIŞê de wekî hevparên herî girîng ên Koalîsyona Navneteweyî tên qebûlkirin.
Rudaw
