Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî rexne li gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan girt û balyozê Tirkiyê li ser nerazîbûnan hişyar kir
Wezareta Derve ya Iraqê bi tundî rexne li gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan girt û balyozê Tirkiyê li ser nerazîbûnan hişyar kir.
Li gor daxuyaniyekî wezareta derve ya Iraqê îro 11.02.2026ê Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê yê peywendiyên dualî Mihemed Husên Behral-Ulum ji ber gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan balyozê Tirkiyê li Bexdayê Anil Bora Înan vexwand, ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê di hevpeyvînek televîzyonî de bi CNN Turk re di 9ê Sibata 2026an de kiribûn.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê nerazîbûna xwe li hember daxuyaniyan nîşan da û wan wekî xirabûna têkiliyên dualî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de şîrove kir, û got ku ev destwerdanek di karûbarên navxweyî yên Iraqê de û zêdegaviyeke li ser adetên dîplomatîk e.
Cîgirê Wezîrê Derve got ku Iraq dewletek saziyiyî ye û xwedî pergalek siyasî ya demokratîk a destûrî ye, nabe bi dewletek din û pergalek siyasî ya cûda re were mûqayese kirin.
Herwaha ragehand ku mijara Şingal û hemî herêmên Iraqê karûbarên neteweyî yên kurt in, li gorî paşxane û mekanîzmayên neteweyî dê werin çareser kirin. Wî tekez kir ku ew her destwerdanek derveyî ji bo ferzkirina çareseriyek an jî bikaranîna dozê ji bo bandora siyasî an leşkerî red dikin.
Li gorî heman daxuyaniyê, balyozê Tirkiyê gotiye ku daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji ber wergereke xelet nehatiye fêmkirin. Wî tekez kiriye ku gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser çekdarên PKKê yên li Iraqê ne, wekî din ti eleqeya wê bi karûbarên navxweyî yên Iraqê û welatiyên Iraqê re tune ye. Herwaha got: "Siyaseta Tirkiyê ya li hember Iraqê sabît û cîhgir e, rêzê li serweriya Iraqê digire û destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de nake."
Wî got ku hikûmeta wî dixwaze têkiliyên nêzîk bi Iraqê re hebin û dê fikarên Iraqê ji rêveberiya xwe re ragihîne. Wî got ku girîng e têkiliyên dualî di navbera her du welatan de bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du welatên cîran bike, werin parastin.
Basnews
