Ji Enbar û Nînowayê hişyarî: Tevgera DAIŞê zêde bûye
Du berpirsên parêzgehên Enbar û Nînowayê didin zanîn ku tevgera DAIŞê li sînorên parêzgehên wan zêde bûye.
Qaymeqamê navçeya Rutbeyê ya parêzgeha Enbarê Îmad Mişel Dilêymî, ji Rûdawê re got:
"Enbar herêmeke berfireh e û nêzîkî sêyeka axa Îraqê pêk tîne. Van demên dawiyê tevgera çekdarên rêxistina DAIŞê li sînorê parêzgehê zêde bûye."
Qaymeqamê navçeya Rutbeyê got ku ew çekdarên DAIŞê zêdetir li herêmên dûredest û çolî xwe vedişêrin û hêzên ewlehiyê jî hewlên û operasyonên xwe zêde kirine.
Rutbe ji aliyê rûberê ve navçeya herî mezin a parêzgeha Enbarê ye.
Li gorî gotina Îmad Dilêymî, xelkê Enbarê xwedî ezmûneke tehl e li gel DAIŞê û naxwazin ew ezmûna tehl ducare bibe.
Doh êvarî du endamên DAIŞê ku yek ji wan berpirs bû, piştî ku ji aliyê hêzên Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ve li sînorê navçeya Qaimê ya Enbarê hatin dorpêçkirin xwe teqand.
Qaymeqamê navçeya Qaimê Turkî Mehlawî ji Rûdawê re eşkere kir ku operasyon li gundê Xesîmê bûye û hêzeke taybet a Ewlehiya Niştimanî ji bo vê mebestê ji Bexdayê çûye herêmê.
“Pêşhatên li Sûriyeyê bandorê li tevgera DAIŞê dikin”
Di heman demê de Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encumena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî ji Rûdawê re ragihand ku sînorê navbera parêzgehên Enbar û Nînowayê vekirî ye û herêmeke berfireh a çolistanê heye ku çekdarên DAIŞê dikarin di navbera wan de hat û çûnê bikin.
Mihemed Casim Kakeyî amaje pê kir ku tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê Hezerê yê Nînowayê heye û roja înê di bombebaranekê de, baregeheke wan hat hedefgirtin ku 5-6 çekdar tê de bûn û di encamê de Emîrê DAIŞê Ebû Hecer Anî hat kuştin.
Navçeya Hezerê 60 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê ya navenda parêzgeha Nînowayê ye.
Li gorî gotina Mihemed Casim Kakeyî, rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bandorê li ser tevgera DAIŞê ya li Îraqê dikin.
Sînorên parêzgeha Nînowayê digihên Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û parêzgehên Hewlêr û Dihok yên Herêma Kurdistan.
Sînorên Kerkûkê jî digihên parêzgehên Enbar û Selahedînê.
Rudaw
