• Wednesday, 04 February 2026
logo

Durziyên Girên Golanê çima dixwazin bibin welatiyên Îsraîlê?

Gulan Media February 3, 2026 Nûçe
Durziyên Girên Golanê çima dixwazin bibin welatiyên Îsraîlê?

Rûxîna desthilata Beşar Esed a li Şamê û neasayîbûna ewlehiyê li Sûriyeyê, Durziyên Golanê rûbirûyî biryareke dîrokî kiriye.

Amarên fermî nîşan didin ku daxwaza Durziyên Golanê ya ji bo wergirtina pasaporta Îsraîlê di sala 2025an de pênc qat zêde bûye ku ev yek wekî nîşaneya bêhêvîbûna ji paşeroja Sûriyeyê tê dîtin.

Ji bo malbatên Durzî yên ku di bin siha şer û êrişên mûşekî de dijîn, welatîbûna Îsraîlê êdî ne tercîheke siyasî, ew stargehek ji bo parastina jiyanê ye.

Piştî dehsalan ji redkirina nasnameya Îsraîlê, îro nifşê nû yê Durziyên Golanê ji bo misogerkirina mafên xwe û kalîteya jiyanê, rûpelê Sûriyeyê digirin û berê xwe didin Tel Evîvê.

BBCyê li ser meyla Durziyan a ber bi Îsraîlê raporek amade kiriye.

Leyis Ebû Salihê Durzî di wê raporê de dibêje, "Ez êdî xwe di ewlehiyê de hîs nakim."

Li ber wî, li ser maseya jûra rûniştinê topek heye ku nav û wêneyên 12 zarokan li ser hatine çapkirin.

Ew zarok hemû Tîrmeha 2024an di êrişeke asmanî de hatin kuştin.

Yek ji wan kurê wî yê 15 salî Fecir bû, yê din jî biraziyê wî Hazim bû ku ew jî 15 salî bû.

Dema zarokan li Mecdel Şemsê ya li Girên Golanê ku di bin kontrola Îsraîlê de ye bi futbolê dilîst mûşekek li qada lîstika wan ket.

Îsraîlê Hizbulaha ku Îran piştgiriya wê dike bi vê êrişê tohmetbar kir.

Hizbulahê ev tohmet red kir lê medyaya wê rêxistinê ragihandibû ku wan baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya nêzîkî stadyumê kiriye hedef.

Trump Golan da Îsraîlê

Îsraîlê sala 1967an Girên Golanê yên li başûrê rojavayê Sûriyeyê kontrol kirin û sala 1981ê bi awayekî yekalî bi ser axa xwe ve girê da.

Ev biryar di asta navneteweyî de nehat naskirin lê îdareya Trump sala 2019an ew nas kir.

Welatiyên Sûriyeyî yên li vê herêmê ji dayîk bûne, mafê rûniştina daîmî li Îsraîlê werdigirin.

Li gorî BBCyê ji destpêka şerê navxweyî yê sala 2011an ve wergirtina belgeyên nû yên Sûriyeyê ne mumkin e.

Ebû Salih Kanûna Pêşîn a 2024an, çend meh piştî kuştina kurê xwe biryareke mezin da.

Salih ji bo wergirtina welatîbûna tam a Îsraîlê serlêdan kir û got: "Ez tercîh dikim ku li aliyê xurt bim da ku karibe min biparêze."

Ew yek ji wan kesan e ku hejmara wan her ku diçe zêde dibe.

Gundê Mecdel Şemsê\ Wêne: BBC
Mecdel Şems yek ji wan çar gundan e ku nêzîkî 26 hezar Durziyan lê dijîn.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Îsraîlê, sala 2025an 2 hezar û 540 kesan daxwaza welatîbûnê kiriye.

Ev hejmar li gorî 5 salên borî 5 qatan zêde bûye.

Beriya bi çend salan piraniya Durziyên Golanê welatîbûna Îsraîlê red dikir.

Dema Îsraîlê sala 1981ê qanûnên xwe li Golanê sepandin, xelkê bi hêrs xwenîşandan kir.

Wê demê rêberên Durziyan belgeyek amade kiribû û tê de soza parastina nasnameya Sûriyeyî dabû.

Îro ev rewş diguhere û li gorî amarên Îsraîlê, ji sedî 32yê Durziyên Golanê welatîbûna Îsraîlê wergirtiye.

Zarokên Durziyan li Colanê ne\ Wêne: AFP
Tirs û endîşeyên Durziyan

Hilweşîna desthilata Beşar Esed û rûdanên li bajarê Siwêdayê tirs xistiye nav civaka Durzî.

Meryem (ne navê wê yê rastîn e) meha Adara 2025an tevî hevjîn û du zarokên xwe daxwaza welatîbûna Îsraîlê kiriye.

Meryemê sedema vê daxwaza xwe wiha tîne zimên,"Min piştgiriya rûxandina Esed dikir lê min texmîn nedikir ku yê li şûna wî wekî Ehmed Şer (Colanî) were.

Ez êdî nikarim vî welatî wekî welatê xwe bibînim."

Stratejiya Îsraîlê ya li Sûriyeyê

Piştî rûxîna Esed, Îsraîlê hêzên xwe derbasî herêma bêçek a Sûriyeyê kir û kontrola çend bajarên Durziyan ên li ser rêya Çiyayê Hermonê kontrol kir.

Îsraîl dixwaze li parêzgehên Siwêda, Dera û Quneytrayê herêmeke ji çekan xalî ava bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gelek caran soz daye ku ew dê Durziyan biparêze.

Havîna 2025an li Siwêdayê di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî de şer derket û zêdetirî hezar kesî canê xwe ji dest da.

Îsraîlê bi êrişên asmanî desttêwerdan kir da ku Durziyan biparêze.

Tirsa ji êrişên çekdarên cîhadî wiha kiriye ku hinek ciwanên Durzî piştî wergirtina welatîbûnê tevlî artêşa Îsraîlê bibin.

Birêvebirê meclisa Mecdel Şemsê Dolan Ebû Salih diyar dike ku ev yek ji bo parastina wan e.

Leyis Ebû Salih li benda bersiva daxwaza wê serdana xwe ya welatîbûnê ye.

Ew welatîbûnê wekî "azadiya kesane" dibîne û dibêje: "Em bi vê axê ve girêdayî ne û hevwelatî axê naguherîne lê pêdiviya me bi nasnameyekê heye.

Em bi dehsalan e bêyî ku zanibin em Sûriyeyî ne yan Îsraîlî ne dijîn."

Peyama wî ya dawî Leyis Ebû Salih ev e, "Zarokên xwe ji bo jiyanê perwerde bikin, ne ji bo mirinê."

Leyis Ebû Salih\ Wêne: BBC
Sedemên sereke yên vê guherîna polîtîk û civakî yên li Golanê ev in:

Piştî sala 2011an ango şerê navxweyî yê Sûriyeyê wêranbûna welêt û krîza aborî baweriya Durziyan a bi paşeroja Sûriyeyê kêm kir.
Êrişên DAIŞ û Eniya Heyeta Tehrîr el Şamê (HTŞ) yên li ser Durziyên Siwêdayê tirs xist dilê xelkê Golanê.
Mafên sosyal, sîgortaya tenduristiyê û pasaporta Îsraîlê jiyana wan hêsantir dike.
Nifşê ciwan ê Durziyên Golanê bi Îbranî diaxive û di nav sîstem û bazara kar a Îsraîlê de cih digire.
Piştî naskirina serweriya Îsraîlê ji aliyê Amerîkayê ve û rûxîna rejîma Esed, vegera bo bin serweriya Şamê êdî ne mumkin tê dîtin.

 

Rudaw

Top