• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke bilind a Çarçoveya Hemahengiyê civiya

Gulan Media February 3, 2026 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke bilind a Çarçoveya Hemahengiyê civiya

Serok Barzanî ji şanda Çarçoveya Hemahengiyê re: Serokomarî  pişka kurdane û divê mekanîzmaya diyarkirî ji bo hilbijartina wî were diyar kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Sibata 2026ê bi şandeyeka bilind a Çarçoveya Hevahengiyê re civiya, ku ji Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî, Sekreterê Giştî yê Rêkxistina Bedirê Hadî Amirî, Serokê Hevpeymaniya Esasê Muhsin Mendelawî û Sekreterê Giştî yê Çarçoveoya Hevahengiyê Ebas Razî pêk hatibû.

Her du aliyan di wê civînê de bal kişand ser rewşa siyasî ya Iraqê, pêngavên pêvajoya siyasî, hilbijartina serokkomar û herwesa avakirina hikûmeta paşerojê ya Iraqa federal.

Serok Barzanî di derheqa mijara serokkomar de jî tekez kir ku, posta Serokkomar para Kurdan e û divê mekanîzmeka diyarkirî ji bo hilbijartina wî bê danan û çespandin, da ku her carê pêvajoya siyasî tûşî pirsgirêkan nebe û berbijarê serokkomariyê li gorî wê mekanîzmê bê hilbijartin.

Herwesa rewşa siyasî û guhertinên dawiyê yên Sûriyeyê û deverê bi giştî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de jî mijarên tewerekê din ê wê hevdîtinên bûn.

Her du Cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Berpirsê Desteya Kargêrî Fazil Mîranî, Endamên Desteya Kargêrî Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed û Sîdad Barzanî û Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fuad Hisên jî di wê civînê de amade bûn.

 

Basnews

Top