• Tuesday, 03 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê gihîşt Dubayê

Gulan Media February 3, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê gihîşt Dubayê

Duh êvarê roja duşemê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser vexwandina fermî ya Şex Mihemed bin Raşid Al Mektûm, Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubayê, bi armanca beşdarbû di lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a 2026’an, gehişt Dubayê û ji aliyê Wezîrê Dada Îmaratê Ebdul El Niêmî ve hat pêşwazî kirin.

Serokê Hikûmetê li kêleka Lûtkeyê de, dê rêze civînan û hevdîtinan li gel berpirsên payebilind ên Îmaratî û berpirsên welatên beşdar di lûtkeyê de encam bide, ji bo gotebêjkirina xurtkirina pêywendiyên du alî û diyalog kirina di derbarê pêşketên dawî û gehertinên Iraq û navçeyê.

Top