• Tuesday, 03 February 2026
logo

Şandeke parlamentoya Almanyayê ji bo gotebêja li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ye

Gulan Media February 1, 2026 Nûçe
Şandeke parlamentoya Almanyayê ji bo gotebêja li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ye

Şandeyeke parlamenterên Almanyayê bi serokatiya Cîgira Seroka Parlamentoya Herêma Nordrhein-Westfalen (NRW) Bêrîvan Aymaz gihişt Hewlêrê. Biryar e ku ew şand çend hevdîtinên astbilind li ser rewşa herêmê û Rojavayê Kurdistanê encam bide.

Şandeyeke parlamenterên Almanyayê bi serokatiya Bêrîvan Aymaz, îro 31.01.2026, gihişt paytexta Herêma Kurdistanê. Şande li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw û Parlamentera PDKê Vala Ferîd ve hat pêşwazîkirin.

Nûnerê Diyasporayê li Baregeha Barzanî Rênas Jano derbarê ajandaya vê serdanê de ragihand, şandeya Almanî dê bi cuda ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.

Hat diyarkirin, di hevdîtinan de mijara sereke dê rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê bin. Herwiha şandeya parlamenterên Almanyayê dê li ser xurtkirina peywendiyên dîplomatîk û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de guftûgoyan bike.

Ji bilî hevdîtinên siyasî, biryar e şande serdana çendîn saziyên hikûmetî û navendên biryardanê yên li Herêma Kurdistanê bike, da ku ji nêz ve haydarî kar û xebatên saziyan bibe.

Ev serdana şandeya Almanî di demekê de tê ku Almanya erkê hêzên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê heta sala 2027an dirêj kiriye û peywendiyên Hewlêr û Berlînê di asteke bilind de ne

 

Basnews

Top