• Saturday, 31 January 2026
logo

Xelkê Kobaniyê: Bajêr di bin dorpêçê de ye û dixwazin tola DAIŞê bistînin

Gulan Media January 22, 2026 Nûçe
Xelkê Kobaniyê: Bajêr di bin dorpêçê de ye û dixwazin tola DAIŞê bistînin

Niştecihên Kobaniyê dibêjin ku bajarê wan di bin dorpêçê de ye û “komên çekdar dixwazin  tola DAIŞê bistînin.”

Dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê didome.

Welatiyên li bajêr asê mane dibêjin ku înternet hatiye qutkirin, şêniyên gundan li çolan mane û metirsiya komkujiyê heye.

Gandî Kobanî yê welatiyê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê, beşdarî bultena saet 17:00an a Rûdawê bû û derbarê rewşa bajêr a ku ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin de zanyarî dan.

Gandî Kobanî ragihand ku rewşa bajêr gelekî xirab e û niha pirsgirêka înternetê jî çêbûye û got:

"Di dema nebûna elektrîk, av û nan de xelkê li ber xwe dida lê niha gihiştiye qonaxekê ku înternet jî li ser me qut kirine."

"Metirsiya komkujiyê heye"

Wî welatiyê Kobaniyê ji ber qutbûna înternetê hişyariya komkujiyê da û got:

"Em dixwazin dengê me bigihînin cîhanê ku di dorpêçê de komkujiyeke din çêdibe."

Li gorî gotina Gandî Kobanî, ji bo ku karibe bi Rûdawê re biaxive, bi rêya sîmkartekî Tirkiyeyê înternet çalak kiriye û çûye nêzîkî sînorê wî welatî û got:

"Em ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin. Nan, av, elektrîk û şîrê zarokan, tiştek peyda nabe."

Bi sedan malbat li çolê ne

Wekî ku ew welatî dibêje, îro jî ji ber şer û pevçûnan koçberbûna xelkê gundan û çûna wan a ber bi Kobaniyê ve berdewam kiriye

Bi gotina wî, "Bi sedan malbat ji Bexbetan, Saqê, Şêxler û Sirînê hatine Kobaniyê û niha di vê serma û seqemê de li çolê dimînin."

Ew herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn, çend roj in rûbirûyê rewşeke leşkerî, ewlehiyê û têkçûna bilez a rewşa mirovî bûne û tevî dorpêçan, hemû xizmetguzarî li ser Kobaniyê hatine qutkirin.


"Kurd ji ber nasnameya xwe tên kuştin"

Welatiyê ji Kobaniyê Azad Berxbotan jî beşdarî bultena 19:00an a Rûdawê bû û derbarê metirsiyên li ser bajêr hişyarî da.

Azad Berxbotan diyar kir ku rewşa Kobaniyê gelekî xirab e û gelek koçberan berê xwe daye nav bajêr.

Berxbotan destnîşan kir ku Kobanî ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û got, "Kurd ji ber nasnameya xwe tên kuştin.

Çekdar derbasî çend gundan bûne û înternet hatiye qutkirin."

"Dixwazin tola DAIŞê bistînin"

Azad Berxbotan bal kişand ser armanca wan komên ku dorpêç dane destpêkirin û got:

"Ev komên ku hatine dixwazin tola DAIŞê bistînin. Metirsiya komkujiyê li ser Kobaniyê heye."

Berxbotan herwiha bangî Kurdên Bakurê Kurdistanê kir û got:

"Niha kes li me xwedî dernakeve. Bila xelkê Bakurê Kurdistanê berê xwe bide deriyê sînorî û li me xwedî derkeve."

 

Rudaw

Top