• Saturday, 31 January 2026
logo

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo Ayetulah Elî Sîstanî şand

Gulan Media January 17, 2026 Nûçe
Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo Ayetulah Elî Sîstanî şand

Serok Mesûd Barzanî, îro roja Înê peyameke sersaxî û hevxemiyê ji bo Merceyê Bilind ê Olî, Ayetulah Seyîd Elî Sîstanî şand, bo koça dawî ya birayê wî Hadî Sîstanî.

Serok Barzanî di peyama xwe de tevî nîşandana xemgiyniya kûr bo wê vefatê, serxaşî li Merceyê Bilind û malbata birêzê wan û hemî kesûkarên wê şînê kiriye. Di beşek ji peyamê de, Serok ji Xwedê dixwaze ku rehmetî di dilovaniya xwe de bi cih bike û sebir û aramiyê bide Merce û malbata wî. Peyama Serok Barzani bi zimanên Kurdî û Erebî ji bo Merceyê Bilind hatiye şandin û tekezî li ser hevgirtin û rêzgirtina ji bo helwesta malbata Merce hatiye kirin.

 

 

Top