Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Desteya Rêvebir a Kluba Werzîşê ya Amed Sporê kir
Serok Barzanî pêşwaziya şandeka Desteya Birêvebir a Kluba Werzişê ya Amedê (Amedspor) kir û tekez kir ku, werziş roleka girîng û berçav di gihandina peyama aştî û biratiyê de dilîze.
Baregayê Barzanî ragihand: “Serok Mesûd Barzanî îro 12.01.2026, li Pîrmamê pêşwaziya şandeka Desteya Birêvebir a Kluba Werzişê ya Amedê (Amedspor) kir, ku serokê wê yaneyê Nahîd Eren serokatiyawê wê şandê dikir.”
Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kurtiyek li ser çalakiyên werzişê yên Kluba Amedê (Amedspor) ji Serok Barzanî re pêşkêş kir, ku yek ji yaneyên pêşeng ên welatê Tirkiyê ye.
Kluba navbirî herwesa girîngî û pûtepêdana Herêma Kurdistanê di pêşxistina werzişê de bilind nirxand.
Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve bixêrhatina şanda mêvan kir û ragihand: "Werziş di gihandina peyama aştî û biratiyê de roleka girîng û berçav dilîze.”
Serok Barzanî herwesa destxweşî li serok, desteya birêvebir, lîstikvan û alîgirên wê yaneyê kir û daxwaza serkeftinên zêdetir di paşerojê de ji wan re xwest.
Basnews
