Serokê Hikûmetê pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê kir û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li ser bingeha destûrê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11.01.2026ê pêşwaziya Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî kir.
Di wê civînê de, li ser rola çalak a Parlamentoya Iraqê di warê danana qanûnan, çavdêrîkirin û berevanîkirina ji mafên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê de jî danûstandin hatin kirin.
Tevî diyarkirina piştgiriyê ji bo Parlamentoya Iraqê wekî desthilata danana qanûnan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê girîngiya çareserkirina arêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê û peymanan û rêzgirtina li qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê jî tekez kir.
