Şeş hêzên milîs ên Iraqê bi fermî çekdanînê red dikin
Şeş hêzên milîs ên Iraqê daxwaza Amerîkayê ya danîna çekan bi fermî red dikin û radigehînin ku ew çeka xwe ‘’pîroz’’ dizanin û daxwaza derxistina yasaya xizmet û malnişîniya Heşdî Şeibî dikin.
Şeva borî her yek ji hêzên milîs ên Lîwaya Seyîd el-Şuheda, Lîwaya Kerbela, Ensar Ellah el-Ufiye, Tevgera Necbe, Esayîb Ehl el-Heq, Lîwaya Hizbullah ku xwe di eniyek bi navê Eniya Berxwedana Iraqê de pênase dikin beyanameyek belav kirin û ragehandin ku ew çeka xwe wekî çekek parastinê û çekek "pîroz" dibînin û ev yek jî wek amajeyekî ji bo redkirina daxwaza Amerîkayê ya çekdanînê ye.
Herwekî ku daxuyaniyê de amaje pê hatiye kirin, divê ewlehiyeta hikûmeta Iraqê û Parlamentoya Iraqê derxistina wan yasayan be ku xizmeta welat bike, wek mînak jî bi yasaya xizmet û malniişînî ya Heşdî Şeibî destnîşan kirin. Herwaha daxwaz kirin ku hemû hêzeke biyanî li ser axa Iraqê jî bê derxistin.
Di beşekî din a beyanameyê de ew 6 hêzên milîsên Iraqê red kirin ku derbarê çekdanînê de li gel ti aliyekî din ên derve gotûbêjê bikin, lê tenê dê li gel Hikûmeta Iraqê gotûbêjê bikin. Ew jî piştî serweriya temam li welat bidest bê ku armanca wê gotinê jî derxistina hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeyman e, wê demê dibêjin em dikarin li gel Hikûmeta Iraqê vê yekê gotûbêj bikin.
Ev yek di demekî de ye ku Amerîka rijd e, li ser wê yekê ku milîsên Heşdî Şeibî çek daynin, ji bo wê armancê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump kesekî bi navê Mark Savaya wek nûnerê xwe yê taybet li Iraqê destnîşan kiriye.
Basnews
