• Saturday, 31 January 2026
logo

Dadgehê biryara darvekirinê ji bo tometbar Şakir Teha Yehya derxist

Gulan Media December 29, 2025 Nûçe
Dadgehê biryara darvekirinê ji bo tometbar Şakir Teha Yehya derxist

Rêveberê giştî yê karûbarên şehîd û enfalbûyên Soranê ragehand, roja yekşemê 28.12.2025ê li dadgeha bilind a tewanên Iraqê ya li bajarê Bexdayê, em amade bûn di darizandina du tometbarên ji ber beşdarbûna wan a jenosîd û enfalkirina Barzaniyan.


Rêveberê Giştî yê Karûbarên Şehîd û Enfalbûyên Soranê Kerîm Kawa derbarê dadgehkirinê de ragehand: ‘’Îro yekşemê dadgeha bilind a tewanên Iraqê du tometbarên ji ber beşdariya wan a di jenosîd û enfalkirina Barzaniyan de hatin darizandin û em li wek rêveberiya karûbarên şehîd û enfalbûyên Soranê, di xizmeta beşek ji kesûkarên şehîd û enfalbûyan de wek şandeya Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan li gel parêzer Eyad Kakeyî di darizandinê de amade bûn.’’

Herwaha got: ‘’Ew du tometbar di dema rejîma Beis a hilweşyayî de, payeya wan a leşkerî Lîwa bû, bi navên Lîwa Şakir Teha Yehya Xefûr El-Dûrî û Lîwa Seidûn Sebrî Cemîl El-Qeysî û li gor belgeyan hat îspatkirin ku destê wan di jenosîda Barzaniyan de hebûye.’’

Kerîm Kawa derbarê biryara dadgehê de amaje bi wê yekê kir ku, dadgehê biryara darvekirinê ji bo tewanbar Lîwa Şakir Teha Yehya Xefûr El-Dûrî hat dayîn û bi tewana beşdarbûna jenosîd û komkujiya Barzaniyan biryara darvekirinê hat dayîn.

42 sal berî naha roja 31.07.1983yê rejîma Beis li Iraqê bi serokatiya Sedam Husên yekem pêla paqijkirin û enfalkirina Barzaniyan da dest pê kirin û piştî ew veguhestin bo ordugehekî 8 hezar ciwan û zelamên Barzanî ji jin û zarokan hatin cuda kirin û ew veguhestin bo Başûrê Iraqê û piştre jî di gorên komî de bi zindî hatin çalkirin û bêserûşûnkirin.

 

Basnews

Top