• Saturday, 31 January 2026
logo

Encumena Bilind a Elewiyan: Hikûmeta Veguhêz berpirsiyarê bombebarana xwînî ya li Humsê ye

Gulan Media December 27, 2025 Nûçe
Encumena Bilind a Elewiyan: Hikûmeta Veguhêz berpirsiyarê bombebarana xwînî ya li Humsê ye

Encûmena Bilind a Elewîyan teqîna ku li mizgefta Îmam Elî kurê Ebû Talib li Humsê hedef hat girt bi tundî şermezar kir û wekî kiryarek "terorîstî" bi nav kir. Encûmena Bilind di daxuyaniyek fermî de got ku êrîşên bi vî rengî nîşana xirabûna rewşa ewlehiyê ne û gefê li jiyana welatiyan û cihên pîroz dixwin, û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Di beşek din a daxuyaniyê de, Encûmena Bilind a Elewiyan hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji ber teqînê sûcdar kir û got ku aliyên peywendîdar ewlehiya herêmê paşguh kirine. Ew bawer dikin ku hikûmeta heyî di bicihanîna erkên xwe yên yasayî û ewlehiyê yên li hember pêkhateyan de têk çûye, ku ev yek rê li ber komên tundrew vekiriye ku di nav bajaran de kiryarên tundûtûjiyê bikin.

 

Her ji ber rewşa ewlehiyê ya xirabtir, encumenê bi lezgînî bang li civaka navneteweyî kir ku tavilê mudaxele bike da ku deverên peravê yên Sûriyê (Sahil) biparêze. Ew daxwaz dikin ku ew dever di bin parastina navneteweyî de werin danîn da ku ewlehiya niştecihên wê were garantîkirin û pêşî li dubarebûna êrîşên bi vî rengî were girtin, ku dikarin şerê navxweyî û mezhebî li welêt gur bikin.

 

Basnews

Top