• Saturday, 31 January 2026
logo

Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa

Gulan Media December 25, 2025 Nûçe
Peyama Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa

Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Îsa, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 24.12.2025) di peyamekê de daxwaza cejneka pirî xêr û xweşî ji bo Xiristiyanan kir û got: “Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.”


Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta Cejna Bûna Hezretê Mesîh (silavên Xudê li ser bin), ez germtirîn pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û cejneka pirî xêr û xweşî ji wan re dixwazim.

Di vê helkeftê de, em pabendbûna xwe ya neguher bi parastin û pêşvebirina nirxên pêkvejiyana aştiyane û biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên Herêma Kurdistanê de tekez dikin.

Cejna we pîroz be û her bi şahî û tenduristî bijîn.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

24.12.2025

 

Rudaw

Top