• Saturday, 31 January 2026
logo

Çapemeniya Misrê bi giringî ve behsa serdana Mesrûr Barzanî bo welatê wan dike

Gulan Media December 22, 2025 Nûçe
Çapemeniya Misrê bi giringî ve behsa serdana Mesrûr Barzanî bo welatê wan dike

Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Qahîreyê û pêşwaziya germ a Serokê Misirê Ebdulfettah el-Sîsî, di medyaya Misrê de dengvedanek mezin û berfireh çêkir, ku kûrahiya têkiliyên dîrokî û siyasî yên di navbera Misir û Herêma Kurdistanê de nîşan dide.

 


Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Qahîreyê ji aliyê ajans û saziyên ragehandinê yên navdar ên welêt ve wekî (Ehram, Yewm Al-Sabah, Al-Watan, Al-Dastûr, Sawt Al-Umma) û derveyî wê jî gelek televîzyonan wek weşanên rasterast belav kirin ku herî diyar jî kanala El-Heyat bû, wek nûçeya lezgîn û bi hûrgilî ve serdan û pêşwaziya li serokwezîr weşana wê kir û balkêşa ser nîşanên siyasî yên vê serdan û hevdîtinan.

 


Medyaya Misrê di weşan û raporên xwe yên nûçeyan de peyama siyasî ya serdanê û asta hemahengiya ewlehiyê ya di navbera her du saziyên ewlehiyê yên Misirê û Herêma Kurdistanê de, wekî hewldanek ji bo parastin û xurtkirina ewlehî û aramiya li herêmê, ronî kir.

 


Malpera Ehram amaje bi pesindana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rola herêmî ya Misirê wekî beşdarek sereke ji bo aramiya li herêma Ereb pesnê xwe da û tekez kir ku Qahîre hevkarek girîng e di piştgiriya ewlehî, aramî û pêşkeftinê de.

Malperê got, "Sîsî bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo pêkanîna projeyên xwe şîrketên Misrî bikar bîne." Malperê behsa xwesteka Misrê ya veguhestina ezmûn û pisporiya di warê pêşxistin û avakirinê de bo Herêma Kurdistanê kir.

 


Raya giştî ya Misrî û Erebî li ser têkiliyên xurt ên di navbera her du welatan de nêrînek erênî çêkiriye.

Hemû rojname û malperên nûçeyan wêneyên destgirtinên germ ên di navbera her du serokkomarên Misrê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, wekî îfadeyek ji cidîbûna nîqaşên li ser mijarên di rojeva serdanê de, weşandine. Televîzyona El-Heyat girîngiyek mezin da weşana serdanê û pêşwaziyê.

 


Pispor bawer dikin ku bala medyaya Misrê li ser serdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo weşana protokolê ye, lê di heman demê de di çarçoveya weşana stratejîk de ye.

 

 


Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê 20ê Kanûna 2025ê gihîşt Qahîreyê û ji aliyê berpirsên payebilind ên welêt ve bi germî hate pêşwazîkirin.

 

Basnews

Top