• Wednesday, 04 February 2026
logo

Hendirên Xoşnaw wekî yek ji 50 baştirîn karîkaturîstên cîhanê hat hilbijartin

Gulan Media December 21, 2025 Nûçe
Hendirên Xoşnaw wekî yek ji 50 baştirîn karîkaturîstên cîhanê hat hilbijartin

 Hunermendê Kurd ê şêwekar Hendirên Xoşnaw îsal wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş û serketî yên cîhanê hat hilbijartin. Wî got: "Ev destkeftiyeka girîng a cîhanî ye, ji bo min û ji bo hunera karîkaturan li Kurdistanê."

Hunermendê şêwekar Hendirên Xoşnaw îro (Şemî, 20.12.2025) di derheqa destnîşankirina wî wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş ên cîhanê de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di hemî salên xebata xwe ya di warê hunerê şêwekarî, karîkatur û kartonan de, min her tim bizav kiriye ku guhertin, nûkirin û pêşengiyan bikim.” 

Hendirên Xoşnaw ron jî kir: “Ez bizavê dikim ku xwe û awa û ramanên xwe pêş bixim, ne ku xwe di astek û awayekê diyarkirî de sînordar bikim, min her tim çalakî hebin, li hundirê Kurdistan û Iraqê û herwesa li derveyî Kurdistanê jî bi eynî awayî, belkî gelek zêdetir jî.”

Navbirî behsa vê destkeftiya xwe ya girîng kir û got: “Îsal, min li gelek welatên cîhanê zêdetirî 20 çalakî û tevlîbûnên navneteweyî hebûn. Ji bo van tevlîbûnên min, Rêxistina Navneteweyî ya Ostinê ya Hunerên Karîkatur û Kartonan ku li sala 1945ê hatiye damezrandin û her sal çalakiyên navneteweyî yên bi vî rengî li dar dixe, li dû pîverên şarezayên xwe, di qonaxa yekê de ez wekî yek ji 100 baştirîn û serkeftîtirîn hunermendan hilbijartim.”

Hunermendê Kurd ê şêwekar eşkere jî kir: “Di qonaxa duyê de jî, dîsa wan ez wekî yek ji 50 karîkaturîstên herî baş ên cîhanê destnîşan kirim, ku ev jî ji bo min û ji bo hunera karîkaturan li Kurdistanê destkeftiyeka girîng a cîhanî ye.”

Hunermend Hendirên Xoşnaw ji bajarê Hewlêrê ye, her ji zarokatiya xwe ve tevlî pêşangehên Birêvebiriya Çalakiyên Dibistanan bûye. Wî li sala 1986ê pêşangeha yekê ya taybet a şêwekarî û paştir a karîkaturan li Hewlêrê vekir.

Ew ji sala 2000ê ve tevlî çalakiyên navneteweyî yên şêwekarî û karîkaturan bûye. Li piraniya welatên cîhanê, wî zêdetirî 220 çalakî û tevlîbûnên navneteweyî hene û gelek xelat û bawername û rêzgirtinên cuda cuda pêşkêşî wî hatine kirin.

 

K24

Top