• Wednesday, 04 February 2026
logo

Yezin Mîşan Cibûrî: Bafil Talebanî ji bo peywira Serokomarê Iraqê nehate pejirandin

Gulan Media December 16, 2025 Nûçe
Yezin Mîşan Cibûrî: Bafil Talebanî ji bo peywira Serokomarê Iraqê nehate pejirandin

Kurê siyasetmedarekî Iraqî aşkera dike ku Bafil Talebanî berbijêr bûye ji bo peywira Serokomarê Iraqê, lê ji aliyê erebên şîe ve ew yek hatiye red kirin.


Emîndarê Giştî yê Partiya Niştiman Yezin Mîşan Cibûrî amaje bi wê yekê kir ku Serokê YNKê Bafil Talebanî daxwaza wî hebû ku bibe Serokomarê Iraqê û hewla wê yekê jî da.

Yezin Mîşan Cibûrî di kanala El Hedes a ser bi mîlîsên Iraqê de aşkera kir, bi taybet Qeys Xezelî piştevanî li Bafil Talebanî nekiriye û diyar kiriye: ‘’Bafil Talebanî xwedî hemû taybetmendiya ne, lê erebî nizane û ji bo Serokomariyê nabe.’’

Yezin Mîşan Cibûrî bi zimanê rêveberekî Iraqê jî veguhest ku Bafil Talebanî ji rêveberekî Iraqî re gotiye: ‘’Ez kurê Celal Talebanî me, çima hûn razî nabin ku ez bibim Serokomarê Iraqê? Li hember wê jî wî rêveberê Iraqê bersiva wî daye û gotiye: Celal Talebanî bi Iraqî diaxivî, Iraqiyekî baş diaxivî, lê tu nikarî bi erebî jî biaxivî û kurdiya te jî baş nîne. Li hember wê Bafil Talebanî gotiye, ez dê bi Îngîlîzî biaxivim û wî jî dîsa gotiyê: Bîne berçavê xwe serokekî Kurd ê Iraqî, li Komkara Erebî bi zimanê îngîlîzî gotarê bide, ew yek girane nabe.’’

Li gor kevneşopiya siyasî be, peywira Serokomarê Iraqê pişka Kurdane, lê di nav partiyên Kurdistanî de ji ber ku PDK xwedî kursiyên zêdetir ên Parlamentoya Iraqê ye, PDK wê peywirê wek mafê xwe dizane.

 

Basnews

Top