• Wednesday, 04 February 2026
logo

Eyad Elawî gehişte Hewlêrê

Gulan Media November 24, 2025 Nûçe
Eyad Elawî gehişte Hewlêrê

Serokê Tevgera Hevpeymaniya Neteweyî geheşte Hewlêrê û li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê civiya.

Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îşev, 23.11.2025, li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokê Tevgera Hevpeymaniya Wîfaqê ya Neteweyî û Serokwezîrê Iraqê yê berê Eyad Elawî û Parlamentera Iraqê Sara Eyad Elawî kir.

Li gorî wê ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, biryar e ku Eyad Elawî di vê serdana xwe de çend civîn û hevdîtinên girîng bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bike.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî duhî (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin û hin mijarên girîng nîqaş kirin.

 

Basnews

Top